
‘Îna Sivîl’ derseke baş bû
Sûleyman Taşkin derbarê îteatiya sivîl de bibîr anî ku gava ew li jiyana Gandhî mêzedikin bingeha jiyana wî li ser bê îteatiya sivîl e û wiha dewam kir: “Dema ku Gandhî bê îteatiyê dikir, bi vê çalakiya xwe gelê xwe azad kir. Ev kona me ya bê îteatiya sivîl ya Înê wiha bû. Ne wisa bûna melayên me dê gor pergalê ve biçûya. Berê ji xwe mela gor pergala devletê xûtbe, weaz û îrşadên xwe dikirin. Mela û Seydayê me divê gor kaîdeyên xwedê û pêxemberan biçin. Ne li gor dîn û ferasata dewletê biçin, divê li pey dînê Hz. Mûhammed (A.S) biçin. Ji ber vê yekê ew kon û çalakî dersekî baş da me oldaran. Piştî wê çalakiyê mizgeftên me vala ma. Salek şûnda dewlet mecbûr ma paşve gav biavêje. Piştre hat vê astê ku gotin, temam xûtbe û weazên xwe Kurdî bikin, lê hinek Tirkî jî têxin nav. Ev daxwaza wan jî bi nîyata pêşerojê de ku dîsa bikaribin gor pergala xwe tevbigerin. Ew çalakiya bê îteatiya sivîl ya Înê ji bo herêm û gelê me re lingêkî girîng bû. Bavên me, mamên me bapîrên me di herêmê de êdî gotinê pêxember û xwedê jî bi zimanê xwe bihîstin. Ew çalakî ji bom e tiştekî pîroz bû.”
‘Dewlet olê bikar tîne’
Taşkin da zanîn ku Mele û seydayên wan ji bo ku xûtbe û weazên xwe bi Kurdî didin, gel ji vê tiştî gelek kêfxweş e û wiha axivî: “Di kîjan mizgeftê de weaz bi Kurdî tê dayîn pirtir gel diçe wê mizgeftê. Di welatê Kurda de Tirkî xûtbe dayîn ji aliyê gel ve nayê pejirandin. Tirk, Ereb û Faris jî dibêjin em Misliman in, lê mînak Faris ciwanên me yên xweşik ji bo ku bi zimanê xwe diaxivîn tên dar ve kirin. Ev nayê qebûl kirin. Xweda dibêje ku heke mirovek hat kûştin, ev kuştina tevî mirovan e. Ji aliyê din jî saxkirina mirovek jî saxkirina tevî mirovatiyê ye. Ev tişt di mislimaniyê de tune ye. Dewleta Tirk, Ereb û Faris din gor xwe bikar tînin. Ev ne ol mislimaniyê ye , ola dewletan e. Di Kurdan xapandin de ol mijarek girîng e. Mînak di van hilbijartinan de Cemeata Gûlenê bi dehan cemeat gihîştand xwe. Hikûmet jî polîtîqayên cûre cûre dimeşînin û gor berjewendiyên xwe hinek cemeatan dikişîne cem xwe. Gel van polîtîqayên qirêj dizane û hişyar e. Cemeatên din jî bawer im êdî tasfiye bibin û welatê me terk bikin.”
‘Divê oldar alîkarê gel bin’
Taşkin herî dawî anî ziman ku gel ji oldaran pêştetirin û gel çalakiyan sivîl yên înê anîne pêş û wiha bi dawî kir: “Hinek oldarên me jî, ji konê bê îteatiyê re pêşengî kirin. Ev gel çawa ji oldaran hez dikin, divê oldar jî ji gel hez bikin. Ev oldar bila bêjin em hene. Divê oldar gotina xwedê û pêxemberan pêk bînin, an jî serfirazî çênabe. Gelê Kurd azad nabe. Gelê Kurd mezlûme, divê em jî alîkarî vê gelê bibin.
MEHMET CÛRAN/DÎHA/AMED