Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî Dibistana Seretayî ya Bêrîvan hate vekirin, ligel dewlet xwest bigire, pêkûtî û mor lê hate dayîn jî, dayîna perwerdehiya zimanê zikmakî didomîn e. Bi vekirina li navçeyên Rezan a Amed û Geverê ya Colemêrgê re, dibistana li navçeya Cizîrê hate vekirin, hewildana girtina dibistanê rastî bertekên gelek kesan hatibû. Wek e dibistanên din a li Cizîrê jî ku vebû venebû ji hêla polîsan ve bi hinceta biryara dozgeriyê mor li derî hatibû dayîn, lê xwendekar û malbatên wan ên di perwerdehiya zimanê zikmakî de pir israr dikirin, mora li derî hatibû dayîn hate jêkirin û berxwedana xwe ya ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî danîbûn holê. Ligel hemû astengiyan di 4 polan de, 75 xwendekar pênc rojên nava heftê de perwerdehiyê dibînin.

'Dibistanên gel nayên girtin'
Ji mamosteyên dibistanê Hasan Çatikaş diyar kir ku li ser daxwaza niştecih û malbatên xwendekaran wan perwerdehiya xwe berdewam dikin û wiha got: "Dibistan ji ber dibistaneke ji hêla gel ve hatiye vekirin tê neyê girtin. Jixwe gelê me jî vê yekê qebûl nekirin, xwedî li dibistanên xwe derketin û morên li derî hatin xistin jê kirin. Li ser daxwaza gelê me em dê perwerdehiya zimanê zikmakî bi her awayî berdewam bikin. Ligel hemû hewildanên pêkûtî û girtinê em dê pêdiviyên perwerdehiya zarokên xwe yên dixwazin bên dibistanê, bi hemû hêza xwe têkoşîn bidin."
Çatikaş destnîşan kir ku xwendekarên perwerdehiyê dibînin, ji ber pola yekemîn in, li cem xwendin û nivisandinê, dersên wêne, muzîk, hawirdor û jiyanê tê dayîn. Çatikaş anî ziman ku dema mirov bi xwendekarên Kurd ên di dibistanên fermî de perwerdehiyê dibînin re qiyas dikin, xwendekarên niha yên bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dibînin zûtir fêr dibin.
'Em statuya dibistana
taybet qebûl nakin'

Çatikaş, got ku ji dibistanên perwerdehiya Kurdî didin statuya "dibistana taybet" tê dayîn, ew vê yekê rast nabînin û qebûl nakin û wiha got: "Perwerdehiya bingehîn mafê her kesî ye, ji ber vê yekê statuya dibistanên dewletê çi bin divê dibistanên perwerdehiya Kurdî jî heman statuyê de be."



CENGÎZ OGLAGI/DÎHA/ŞIRNEX