Rojname 15 rojan carekê dihate weşandin. Piştî weşana rojnameyê ya hejmara yêkemîn, Abdulhamîdê Duyem ji bo ku rojname nekeve ser axa Împaratoriya Osmanî, ew qedexe kir. Mîqdat Mîdhat Bedîrxan sedema weşana rojnameyê wisa rave kiribû: "Li cîhanê çiqas misliman hebin li gund û bajarên wan dibistan û rojname hene. Kurd ji rojnameyan bêpar in. Bi qewata Xwedê ji niha û şûnde 15 rojan carekê ez dê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kir Kurdistan. Ez dê di vê rojnameyê de başbûna zanistî û agahdariyê binivîsim. Heya niha tu kesî rojnameyekî wisa nenivîsandiye. Rojnameya min yekemîn e." Piştî rojname hate weşandin ketina Împaratoya Osamanî hate qedexekirin û zextên li ser Mîqdat Mîdhat Bedîrxan zêdebûn. 


Hawar, Jîn û Ronahî…

Li Tirkiyeyê di serdema Komarê de jî ji ber destûra weşanên kurdî nehat dayîn. Weşanên çapemeniya Kurdî li Iraq, Sûriye û Beyrûdê hatin derketin. Jiyan (1926-1936), Hawar (1932-1943), Jîn (1939), Gelawej (1941- 1950), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946) weşanên yekemîn in ku tên bîra mirovî. Kovar û rojnameyên weke Çavkaniya Dîcle (Dîcle Kaynagi 1949) a ku ji aliyê rewşenbîrên kurd ên weke Musa Anter, Edîp Karahan, Yaşar Kaya û Medet Serhat ve hatin derxistin, Şark Mecmuası (1950), İleri Yurt (1958), Dicle-Fırat (1962), Deng (1963), Roja Newe (1966) jî ji ber pirsgirêkên aborî û zextan emir dirêj nebûn. Weşanên weke Özgürlük Yolu (1975), Xebat (1976), Rızgari (1976), Roja Welat (1977), Kawa (1978), Ala Rizgarî (1979) û Serxwebûn (1980) jî navbera wan bi rejîmê re baş nebû. Piraniya wan weşanan bi Tirkî yan jî bi Kurdî û Tirkî hatin weşandin. Weşana yekemîn a bi Kurdî di 1977'an de li Amedê ji aliyê DDKD'ê ve Kovara Tîrêj bû. Li Tirkiyeyê jî ev kovar bi tenê 4 hejmaran derketibû.


Bombe li dijî çapemeniya Kurd

Piştî weşana Rojnameya Kurdistanê li Tirkiyeyê Kevneşopiya Çapemeniya Azad jî rastî hemû zext û zordariyan hat û heman zext hêj dewam dikin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad bi Toplumsal Dîrîlîş di 5'ê hezîrana 1988'an derket rê. Çapemeniya Azad heya niha zêdehî 50 weşanên rojane, hefteyî û mehane derxistin. Piştî Toplumsal Dîrîlîşê Rojnameya Halk Gerçegî dest bi weşanê kir û lê piştî hejmara 9'emîn hate girtin. Piştî vê yêkê Yenî Hal Gerçegî bû dengê Kurdan, lê ew jî piştî hejmara 3'yemîn weşana wê hate rewastandin. Piştî vê yêkê di 20'ê cotmeha 1990'an Rojnameya Yenî Ulke derket û bû hedefa bombeyan. Buroya Rojnameyê ya Amedê di hefteya yekemîn de ji aliyê Rêxistina Îslamî Cîhad ve hat bombekirin.

Rojnameya rojan ya yêkemîn jî di 30'ê gulana 1992'an de Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Ozgur Gundem her tim rastî zextên dewletê yên girtinê hat û kevneşopiyê ji salên 90 heya 2000'î bi navên cuda weşanên xwe dewam kirin. Der barê 486 hejmarên rojnameyê (ji 580 hejmaran) de doz hatin vekirin û der barê rojnameger û edîtoran de bi tiştî 147 sal cezayên girtîgehê û bi pereyê wê demê 21 mîlyar TL cezayên pere hatin birrîn. Rojnameya bi biryara rêveberiyê hate girtin di 26'ê Nîsana 1993'an de bi Gerînendeya Weşanê ya Giştî Gurbetellî Ersoz careke din dest bi weşanê kir. Rojname di 10'ê Kanûna 1993'an de rastî serdegirtina polîsa hat û xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin.

Piştî ku rêveberiya Ozgur Gundemê ji hev belav bû, Ozgur Ulke di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir. Sê buroyên rojnameyê di 4'ê Kanûnan 1994'an de bi hemwext rastî êrîşên bombeyî hatin. Di encama êrîşa bombeyî de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn. Êrîşên bi Rojnameya hefteyî Yenî Ulke dest pêkirin bi Ozgur Gundem, Ozgur Ulke û Yenî Polîtîka dewam kir û bi dehan nivîskar, rojnameger û belavkar hatin qetilkirin.


Azadiya Welat

Di salên 1990'î de di dema zextên li ser Kurdan û Kurdî gelek zêde rojnameyeke Kurdî jî dest bi weşanê kir. Rojnameya Welat a hefteyî di 22'yê sibata 1992'an de dest bi weşanê kir. Rojnameya kurdî jî gelek caran hate girtin û rastî cezayan hat û îro bi navê Azadiya Welat ji 15´ê Tebaxa 2006´an ve rojane weşana xwe dike. Li Ewrûpayê jî Yeni Ozgur Politika Kurdî ji Çiriya Pêşî ya 2014´an ve rojane bi çar rûpelan weşana xwe dike. Beriya hingê jî bi du rûpelan weşana xwe dikir.




Şoreşa çapemeniyê li Rojava didome


Xebatên çapemeniya kurdî ya li Rojavayê Krudistanê bi destpêka yekem rojnameya Kurdî derkete holê. Lê ji ber siyasetên înkar û tunekirinê çapemeniya Rojava nikarîbû rola xwe ya rasteqîn tam bi cîh bîne. 


Bingeha şoreşa çapemeniyê

Li Rojavayê Kurdistanê di sala 1986´an de yekem kovara fikrî û şoreşgerî bi navê “Dengê Kurdistanê” bi zimanê erebî dest bi weşanê kir. Di heman demê de rojnameya “Berxwedan” bi zimanên kurdî û erebî dest bi weşandê kir. Bi weşana van saziyan nûçe û mijarên derbarê şerê di navbera şoreşgerên Kurd û artêşa Tirkiyê de dihatin weşandin. Bi van saziyan zemînekî nû ji xebatên çapemeniyê re hate amadekirin.


Şoreşa Rojava û çapemenî

Bi şoreşa gel a Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re ku di 15´ê Adara 2011´an de dest pê kir, rewşeke nû ya xebatên çapemeniyê hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, bi armanca amadekirina çapemeniya alternatîf xebatên berfireh hatin meşandin. Tevî ku gelek aliyên navneteweyî û herêmî hewl dan ku berê şoreşa gel a Rojava bixin xeta berjewendiyên xwe de jî, çapemeniya alteratîf ku di demeke kurt de mezin bû, karîbû bi helwêsta xwe van hewldanan bê tesîr bike.

Hêzên demokratîk ên Rojava û bi taybet gelê Kurd ku xeta destwerdana hêzên derve û herêmî dît, bingeha çapemeniya azad ku karibe bibe nûnerê hemû pêkhateyên civakê xurttir kir.


Tevgera nû ya çapemeniyê

Di saziyên alteratîf de weşangeriyeke ku xwe dispêre civakê hate meşandin û ev sazî di warê danasîna şoreşa Rojava de bi roleke mezin rabûn:


Rojanameya Ronahî

Bi destpêka şoreşa Rojava re dest bi weşanê kir, di demeke kurt de karîbû xwe bighîne hejmareke mezin a xwendikarên Kurd û Ereb. 


Ronahî TV

Gava mezintirîn a şoreşê avakirina televizyoneke ezmanî bû. Di destpêka şoreşê de ji derveyî welat Ronahî TV dest bi weşanê kir. Di demeke pir kurt de karîbû gelek xebatkarên çapemeniyê û amadekarên bernameyan amade bike. Di heman demê de radyoyên herêmî hatin vekirin.


ANHA

Di warê xebatên nûçeyan de jî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ku di 1´ê Adara sala 2013´yan de dest bi weşanê kir. Hawar yekem ajansa nûçeyan e li Rojavayê Kurdistanê.


Yekîtiya Ragîhandina Azad

Yekîtiya Ragîhandina Azad jî wekî sazî yek ji ancamên bingehîn ê şoreşa Rojava  bû. Yekîtî ji bo serbixwebûna sazî û dezgehên çapemeniyê tevdigere, her wiha mafê rojnamavan û xebatkarên çepemeniyê yên di hemû dezgehên çepemeniyê yên Rojava misoger dike.


KEMLA NECIM/ANHA/QAMIŞLO