Weşanên Avesta pirtûka çîrokan a Alî Duran Topuz “Rû û Kûr” çap kir. Taybetî û cihêrengiya vê pirtûkê ew e ku nivîskarê wê Kurdê Koçgirî ye û bi Kurmanciya Koçgiriyê hatiye nivîsarê.
“Rû û Kûr” a Alî Duran Topuz ku di heman demê de edîtorê malpera gazateduvar e û bi gotarên xwe yên Tirkî tê nasîn, vê carê berê xwe da Kurdî û bi çîrokên Kurmancî derket pêşberî xwendevanan. Çîrokên Alî Duran Topuz, bi navê “Rû û Kûr” di kitebekê de kom bûn û di nav weşanên Avesta de derketin. Çîrokên minîmal ên Alî Duran Topuz ji hinava vê zanînê olan didin.
Weşanên Avesta ji bo pirtûkê li ser tora civakî got:” Çîrok û hevokên kurt, bûyerên mezin li ser û binê rûpelan radibin pêledanê. “Rû û Kûr” ya li ser axê û ya di bin axê de dinehwirîne, ku çîrok e û çîrokan vedibêje. Rêyeke nû ye di çîroknûsiya kurdî de, berê xwînêran dide hevrazên hebûnê.”
AMED