Îran yek ji wan welatên Rojhilata Navîn e ku di warê demografî û jeopolotîk de xwedî girîngiyeke taybet e. Li Îranê gelên cuda, baweriyên cuda û kulturên cuda hene. Di heman demê de jî di dîroka Îranê de desthilatdaran xwestiye hegemonyaya xwe li ser herêmê bisepînin, bi taybet hegemonyaya xwe li hember Îsraîlê dixwazin bi kar bînin. Aniha jî di wê krîza Rojhilata Navîn de hegemonyaya xwe di bin metirsiyê de dibînin û di heman demê de xwe jî di bin metirsiya desttêwerdanê de dibînin.
Piştî serhildana gelên Îranê li hemberî rejîma şah, ji ber nebûna alternatîfên mixalefetê û nexasim hêzên çepgir piştî şoreşê, Ayetûlahan dest danî ser şoreşê û şoreş xistin xizmeta xwe. Mixabin hinek hêz û partî jî bi navê wê yekê ku qaşo rejîm li dijî kapîtalîzmê ye, alîkariya tasfiyekirina hêzên cuda bûn. Yanî, ew partî û rêxistinên li dijî şah, bi destê wan hêzên çepgir û partiyê ku xwe dabûn gel rejîmê, hatin tasfiyekirin. Herî dawiyê, wan partî û rêxistinên li gel rejîmê jî, bi destê rejîm yan di zindanan de tasfiye bûn yan jî mecbûr man welat bi cîh bihêlin.
10 sala yekemîn a dîroka rejîma komara qaşo Îslamî, bi Îslama siyasî dest pê kir, di encamê de li gel xwe neteweperestiyeke dînî (şîegerî) li ser Îranê û herêmê hakim kir, di tesfiyekirina şoreşê de dikarîn bi ser bikevin. Di wê 10 sala yekemîn de bi hezaran endamên partî û rêxstinan hatin îdamkirin û serhildana li tevahî Îranê li dijî rejîmê jî serkut kirin.
Piştî şerê Îran û Iraqê hewldanêke rejîmê bi rêka Haşimî Refsencanî hebû ji bo rejîm karibe dorpêçkirina Îranê bi navê reformê bişkîne. Wê deme karîn heta astekê wê encamê di asta navneteweyî de bi dest bixin. Di civaka Îranê de pirsgirêk û astengî di asta civakî, siyasî, aborî û hwd. roj bi roj zêdetir dibû. Nerazîbûna gełan jî li hemberî wê rewşê berfirehtir dibû. Li Îranê kesayetên demokrat, lîberal jî zêde dibûn û daxwazên gelan jî zêdetir bibûn. Îran gihiştibû asta ku nerazîbûn ber bi kûrkirina qeyranê ve bibe û rewşê li Îranê cuda bike. Li ser wî esasî, rêformxwaz wek yekane rêka çareseriyê ji bo aramkirina nerazîbûna gełan dihat dîtin. Ji ber wê yekê jî, nîqaş û bipêşxistina hilbijartina azad, vegera ji bo yasa bi rêka Xatemî bipêşxistin û bi wê sloganê du caran ew kirin serokkomar.
Hilbjartin li Îranê pewîst e di bin çavdêriya Şûraya Nîgehban de pêk were. Di wê saziyê de namzetên hilbijartinê divê li gorî pîvanên wê saziyê beşdarî hilbjartinan bibin. Hilbijartinên azad pêwistî bi azadiyên siyasî heye. Li gorî qanûna rejîma Îranê, hebûna partiyan qedexe ye, heger ne girêdayî rejîmê û yek ji rayedarên rejîmê yan jî bi ser baskên rejîmê ve be. Ev yek bi serê xwe pêşiyê lê digire ku kesên azad û serbixwe tevlî hilbijartinan bibin.
Li aliyê din, Xatemiyê bûyî serokkomar, vegera li qanûnê û destûrê xist nîqaşê. Di esla yekemîn a destûrê de dibêje ku kesê ku li derveyî Quranê be yanî Quranê qebûl neke, ango misilman nebe, di nav hikûmetê de cih nagire. Esla çaremîn li ser esas û çarçoveya Îslamê li ser hemê yasayên medenî, civakî, aborî, îdarî, kultûrî, leşkerî û siyasî dimeşê. Di esla 57. de jî dibêje, hemû hezên sê aliyê hilbijartinan, edalet û pêkanîn di bin çavdêriya welayeta feqîh yanî Xamaney de ye. Yanî di esasê xwe de ew hilbijartin û vegera li qanûn û destûrê tenê di çarçoveya parastin û dewamkirina rejîmê de ye da ku wek xwe bimîne.
Piştî demekê û li pey xwe hiştina krîzê û bêdeng kirin yan jî xistina bin kontrola azadîxwazan li Îranê, qonaxa desthilatdariya baskên muhafizekar bi rêka Ehmedî Nejad dest pê kir. Di dîroka komara Îslamiya Îranê de her du bask rejîmê diparêzin lê belê di nav xwe de şerê wan ê desthilatdariyê jî heye. Ew ji merheleyên cuda bi pêş ketine, bi taybet di dema Ehmedî Nejad de namzetê din Musewî karî piraniya dengan bînê, lê ji ber ku nexwestin ew bibe serokkomar heta niha jî di hepsê de ye. Yanî wateya dengê gel nîne.
Merheleya serokkomariya Rûhanî û bipêşxistina wan kesên wek Refsancanî û hevalên wî, wek nîşandana hebûna hêzeke muxalefetê li Îranê ji bo raya gişti ya cîhanê bû. Aniha destwerdana li welatên Rojhilata Navîn pir berfireh e. Rejîm jî ji bo ku nîşan bide ku hêza muxalefeta hundir heye û hewceyî bi destwerdanê nîne, wek yekane rizgariyê rejîmê ew hêz çêkir. Aniha Rûhanî ya Refsencanî wek hêza muxalefetê tên dîtin, lê di rastiyê de ew kes bûn ku heta niha karîne metirsiya li ser rejîmê kêm bikin. Di asta navneteweyî de karîn xwe bi wî rengî nîşan bidin û diplomasiyeke serketî bi rakirina ambargoya aborî û siyasî li ser Îranê bikin. Ji bo Refsencanî, Rûhanî û hemû rayedarên îranê parastina berjewendî û hebûna rejîmê ji her tiştî girîngtir e. Rejîma Îranê xwedî ezmûn e ji bo ku krîz û êrişan kêm bike yan jî tine bike. Rejîmê hertim şerê xwe li derveyî sînorên xwe kiriye.
Hedef û armanca hemû alî û baskên rejîmê, nîşandana wê mijarê ye ku rejîm demokratîk e, hilbjartin azad lê hene, îmkanên cur bi cur ji bo muxalifan jî hene! Lê di esasê xwe de hîç peywendiya şêwazê hilbjartina li Îranê bi demokrasiyê re nîne. Rejîma Îranê baş dikare daxwaziyên gel bînê ziman, ji ber ku ew bi xwe wan daxwazan û azadiyan asteng dike. Lê pirsgirêk ew e ku tirs û gûmana rejîmê hertim ew e ku li hundir yan jî derve êrişî wê bê kirin, û ji bo ku êriş çênebe her karî dike. Tenê karê ku nake ew e ku daxwazên gel û pîvanên qanûn û destûrê li gorî demokrasiyê pêk bîne.
Destûr, qanûn û hiqûq li her welatî pêwîst e parastina azadî, iyan, bawerî, serbest derbirîna nêrînê û birêxistinkirina xwe bike; lê mixabin li Îranê qanûn û destûr welayetê feqîh (Xamaney) serwerê hemû qanûn, sazî û rêxstinên dewletî ye. Li aliyê din, bi navê şerîeta Îslamê û dîn, her tişt mercdar bûye. Navê komarê kiraseke ji bo damezrandina hikûmeteke Îslamî şîe. Ji ber ku nabe ku mirov li welatekî hem li ser esasê dengê gel û hem jî li ser esasê bawerî dînî û hukmê neteweperestiyeke dînî di heman demê de biçe.
Li wê rewşê de ku krîzên siyasî, aborî, civakî û pêkanîna daxwazê gel, krîzê cuda cuda li asta Rojhilata Navîn de heye, guhertin û mudaxele derekî jî li asta zîrvê de heye, rêka çareseriya krîz û pirsgirêkan damezirandina zagonêkî demokratik û mafe gelan yekane rêka çareserî pirsgirêkan in.