Her wiha 2 zarokên biçûk jî bi diya xwe re li tama girtîgehê nerîn. Piştî girtina Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn ku ji “ Doza KCK’de” 2 salin li Girtigeha Tipa D ya Amedê girtiye, hevsera wî Aynur Şahîna jî ji doza KCK’ê hate girtin û niha li Girtigeha Tipa E ya Rihayê ye. Niha jî jinbira Etem Şahîn û hevsera Mehmet Şahîn Cemîle Şahîn 2 roj berê hate girtin. Cemîle Şahîn bi hinceta di sala 2005’an de “propaganda rexistinê kirîye” rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat. Piştî ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin Cemîle Şahîn 2 roj berê ji alî polîsan ve tevlî zarokê xwe Berbang ê 9 mehî hat binçavkirin û derxistin Edliye ya Pirsûsê. Dozger biryara girtinê ji Şahîn re xwend. Li ser vê yekê Şahîn û malbata wê bi hinceta dergûşa wê Berbang biryar îtîraz kirin û xwestin cezayê girtîgehê 6 mehan bi paşve bê taloqkirin. Lê heyetê daxwaza Şahîn û malbatê qebûl nekir. Birayê Mehmet Şahîn, Ekrem Şahîn, xwest temînatê berde û wiha 6 mehan ceza paşve were berdan, lê ew xwesteka jî nehat qebûlkirin. Pişt re ji Cemile Şahin û dergûş Berbang hatin girtin û birin Girtigeha Tipa E ya Rihayê.

Berbang ne yekemîn dergûşa girtî ye
Par di 1’ê cotmehê de meta dergûşa Berbang Aynûr Şahîn jî tevlî zarokê xwe yê 3 salî Agir, hatibû girtin û xistibûn Girtigeha Tipa E ya Rihayê. Di binçavan de polîsan ji Agir xwestibû ku ew bi wan re bi tirkî biaxive. Lê Agir bi gotina “Ez Tirkî nizanim” bûbû wateya nûçeyan ku bêyî zimanê dayîka qet zimanan nizane. Agir piştî ku demekê bi diya xwe re li girtîgehê ma, ji girtigehê tahliye bû û teslîmî apê wî Ekrem Şahîn hate kirin. Niha bavê Agir Etem Şahîn 2 salin li Amedê, diya Agir Aynur jî salek e li Girtîgeha Rihayê tê girtin. Ji ber vê yekê Agir ê ku diya wî û bavê wî di girtîgehên cuda dene, di navbera Girtîgeha Amed û Rihayê de ji bo dîtina dayik û bavê xwe diçe û tê. Jiyana Agirê ku dayik û bavê wî girtî li cem kalik û pîrêka wî berdewam dike.

Apekî Agir jî li Girtigeha Semsûrê ye
Çîrok û trajediya malbata Şahin ne tenê ewqas e. Apê Agir, xalê Berbang Nîhat Şahîn jî li Girtigeha Semsûrê ye. Şahînê ku 16 salin li Girtigeha Semsurê ye, ji alî 4’emîn Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve bi hinceta “Xwest Yekîtî û tevahiya dewletê perçe bike” heta heta cezaya girtigehê li wî hate birîn.
Apê Agir, xalê Berbang Endamê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Şahîn Şahîn jî, di dosyaya ku hevsera birayê wî Cemîle Şahîn 10 meh cezayê girtigehê lê hatîbû birîn Şahîn bixwe jî ceza girtiye û ji alî polîsan ve bi hinceta girtinê di bin lêgerîne deye.
Ji malbatê Mamoste Ekrem Şahîn jî di bin rapêçandina darazê deye. Şahîn diyar kir ku, li Tirkiyê daraz li gorî xwestekên mîrovan tê guhêrtin û wiha axivî: “ Em dixwazin bi ziman û çanda xwe azad bijîn. Eleqaya edalet û hemwelatiyê azad û tiştên bi malbata me tên kirin qet nîne. Dixwazin em alî rastiyan nesekinin. Dixwazin em îttîat bikin. Dê lêgerîna meya maf, azadî û wekheviyê bidome.”


MURAT ÇÎFTÇÎ
DÎHA-RIHA