Berxwedana Şervanên YPJ-YPG'ê ya li Kobanê ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin ket roja 87'an. Şervanên YPJ-YPG'ê di rojên dawî de darbeyên mezin li çeteyên DAIŞ'ê dixe. Şervanê Kobanî Xemed Sileman Amar, hevsera wîe Menel Xesen, li gel 3 zarokên xwe di çeperên şer de 15 rojin şer dike.
Xemed Sileman Amar, anî ziman ku welatiyên Kobanê ji ber êrîşên DAIŞ'ê axa xwe terk kirine û çûne Tirkiye û Kurdistanê. Amar, anî ziman ku welatiyên axa xwe terk kirin û çûn Tirkiyê bawer kirin ku dê aram bijîn, lê niha zilm û neheqiya mezin li wan tê kirin. Amar, da zanîn ku yê li hemberî wan şer dike dewleta Tirkiyeyê ye û wiha got: "Em bang li welatiyên xwe dikin ku li axa xwe vegerin û dest bi şer bikin. Yên karibin şer bikin bila vegerin. Ji ber ku azadî û serfirazî nêzîk e.
Ligel 3 zarokên xwe 15 rojin şer dike
Hevser Menel Xesen jî anî zimağn ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê wan Ziravîke kir, hevserê wê li dijî çeteyan şer dikir û piştre ew jî vegeriya gund û li dijî çeteyan şer kir. Xesen, da zanîn ku dema çû gund şer kir hevalan xwest wê paşve vegerînin, lê wê israr kir û 15 rojan li gel 3 zarokên xwe di eniya şer de şer kir. Xesen, da zanîn ku şervanên YPG û YPJ'ê ji bo wan şer dikin û şehîd dikevin û wiha got: "Ji bo ez di eniyê de şer bikim min israr kir. Lê hevalan li gel hemû israrar ez ji çeperê şer derxistim.
'Kobanê ji bo me her tişt e'
Menel Xesen, da zanîn ku piştî hatin Kobanê li eniya paş şer kirin û niha ji bo hevalên şervan xwarinê amade dikin. Xesen, da zanîn ku Kobanê ji bo wan her tişt e û hewce be dê ji bo Kobanê canê xwe feda bikin. Xesen, bang li hemû welatiyên Kobanê kir û xwest li axa xwe vegerin û tev li şer bibin ji ber ku nêzî serkeftinê ne.
ÎBRAHÎM ASLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK-DÎHA/KOBANÊ