ALÎ OZŞERÎK / ZURICH

Fahrettin û Husnu Tatli birayên hev in û li bajarê Glarusê Swîsreyê maskeyan çêdikin. Ew van maskeyan didin rêxistineke alîkariyê. Ew rêxistin jî dahata ji maskeyan ji bo penaberan xerc dike. Rojnameya Sudostschweizê jî nûçeya van terziyên Kurd ji manşeta xwe da. Yek ji her du birayên terzî bi xwe jî penaber e. Her du bira ji bo maskeyan hîç pereyan nastînin. Wan didin rêxistina alîkariyê. Rêxistin maskeyan bi erzan difiroşe û dahatê jî ji bo penaberan serf dike.

Ji terziyan Fahrettîn Tatli got, ew weke ferdên Komuna Kurdî ji bo piştgiriyê vî karî dikin: ”Armanca me ew e ku di van rojên zehmet de em pişta civaka em tê de bigirin û berpirsiyariya xwe ya insanî bi cih bînin.”

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S)  Alî Şîmşek jî çû serdana her du birayên Terzî û ji ber xebata wan ew pîroz kirin.