Parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane, Hevserokên Qersê Şerafettîn Îldîrîm, Nuriye Erkmen, Serokê navçeya navendî Kemal Bulgan, Serokê BDP'a Qaxizmanê Memet Dogan, Cîgirê Şaredarê Dagpinarê Husnu Anci, nûnerê MEYA-DER'ê Mustafa Yardimciel jî di nav de bi sedan kes tevlî merasima cenaze bûn. Piştî ku wecibên olî hatin pêkanîn, cenaze anîn gundê Xavesorê û li ber dirûşmeyan hat veşartin.
Di merasima ku dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin de parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane axivî û wiha got: "Me ciwaneke din spart axê. Hamza Serhat û hevalên wî ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bûn. Riya wan dê riya me ronî bike. Îro zilma ku li hemberî Kurdan tê meşandin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ancax bi berxwedana gelê Kurd dê bê rawestandin. Di nav 10 salên dawiyê de hikûmeta faşîst a AKP'ê ji ser ol û misilmaniyê gelê Kurd qetil dike û siyaseta qirêj dimeşîne. Me her tim aştiyeke birûmet xwest û me mafên gelê Kurd xwestin. Ciwanên me ji bo maf û azadiya gelê xwe li çiyayan têdikoşin û jiyana xwe jidest didin. Hamza Serhat ji bo azadiya gelê xwe xwe feda kir û tevlî karwanê şehîdan bû."
Bavê Boztaşê HPG'î Battal Boztaş jî spasiyên xwe pêşkêşî yên tevlî merasimê bûne kir û wiha axivî: "Kurê min ji bo vîna gelê xwe ya azad têkoşiya û jiyana xwe jidest da. Ne tenê şehîdê min, şehîdê hemû gelê Kurd e. Ez careke din dibêjim serê gelê Kurd sax be. Şehîd namirin.” Piştî axaftinan girse çû mala şînê û sersaxiya malbatê xwest.

Cenazeyên Ozturk û Tekîn ên HPG'î hatin girtin
Malbata Mehmet Cemîl Ozturkê bi nasnav Rojhat Agiriyê HPG'î yê di pevçûna li çiyayê Tendurek a Agiriyê jiyana xwe jdiest da û malbata Adnan Tekînê bi nasnav Hejar Meşkan ê li Gumuşhaneyê jiyana xwe jidest dayî piştî ku li saziya edlî tiba Trabzonê karûbarên fermî pêk anîn cenazeyên xwe girtin. Adnan Tekîn îro li ser pira Şakîtanê ya 25 kîlometreyan dûrî Geverê ye saet di 10.00'an de ew ê bi girseyî bê pêşwazîkirin û li goristana Hejar a Şehîdana li gundê Meşganê dê bê veşartin. Mehmet Cemîl Ozturk (Rojhat Agirî) yê HPG'î jî îro li gundê Şemiya Tutakê dê bê veşartin. 

QERS /AGIRÎ