Şêx Mihemed Kesnezanî Şemiya borî li Emerîkayê wefat kir. Kesnezanî li nexweşxaneyeke Emerîkayê dihat dermankirin û doh termê wî ji bo veşartinê gihişt Silêmaniyê. Ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê wî, derwêş û mirîdên wî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi şûr û xencerên xwe peyatî ketin ser rê. Nêzî 3 hezar derwêş û mirîdên Terîqata Qadirî di Deriyê Başmax re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Hêzên rejîma Îranê gulle li wan reşandin û li gorî agahiyan 4 mirîd hatin kuştin. Yek ji mirîdan jî birîndar bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Qubad Talebanî ku beyaneke serxweşiyê ji bo wefata Şêx Mihemed Kesnezanî daye, Deriyê Başmax ji bo 24 saetan li çûnûhatinê girt. Rêveberê Deriyê Sînorê Başmax Lîwa Merîwan Kemal ji Rojnews’ê re axivî û got: “Niha Deriyê Sinor ê Başmax bi biryara Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo dema 24 saetan bi temamî hate girtin.” Cemaeta Kesnezanî bi deh hezaran murîdê wê li cîhanê hene. Herçiqasî terîqeteke kurdî be jî murîdê wê yê Ereb û Tirkmen jî hene. Li ser siyasetê bandoreke xwe ya ciddî heye û tê gotin, di şikandina rejîma Baas de roleke wê ya mezin hebû. ROJNEWS/SILÊMANÎ