Bi meşê Zîlan bibîranîn
Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi meşeke meşaleyî Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî. Meş bi tevlîbûna sedan ciwan û jinan pêk hat. Di meşê de wêneyê Rêber Apo û flamayên Jinên Ciwan her wiha pankartên bi nivîsa ”Têbikoşe berxwedana faşîzmê hilweşîne Rêber Apo azad bike” hatin hildan. Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a dikeve taxa Şêx Meqsûd dest pê kir û heta çerxerêya şehîd Destîna ya dikeve taxa Şêx Meqsûd şerqî dewam kir.
Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha got: ”Beriya 24 salan dengê qêrînek ji dilê Kurdistanê bilind bû, li dijî dagirkerî û faşîzmê wî dengî got na ji jiyanek bê rûmet re û ew deng dengê şehîd Zîlan bû. Çalakiya şehîd Zîlan çalakiyek fedaiyane bû û li dijî êrişên qirkirinê bû. Em soza şopandina rêka şehîdan nû dikin û em ê li mîrasa ku wan hiştine xwedî derkevin.” JINNEWS/HELEB