Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku şerê taybet û qirêj ê dewleta Tirk li hemberî Kurdan dimeşîne gihaştiye asteke nû û destnîşan kir ku careke din hatiye fêmkirin ku hikûmeta AKP ya ku pirsgirêka Kurd çareser nake, hewl dide Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla tine bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku provokasyona 'ciwanan direvînin' jî tevgereke psîkolojîk a ji bo vê armancê ye û hat gotin, "Hikûmeta AKP ya ku pirsgirêka Kurd çareser nake, ji bo banga 'ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavê biavêje' ya gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê, bi tevgereke wiha ya psîkolojîk bersiv daye."
Hevserokatiya Desteya Rêveber bal kişand ser dema rûdana vê bûyerê û got, "Di demeke nêz de di belgeyeke MÎT'ê de bi taybetî hatibû destnîşankirin ku divê bi malbatên gerîla re têkilî were dayîn û ew li dijî PKK'ê werin sorkirin. Ev plana MÎT'ê, di demeke ku polîtîkaya neçareseriyê ya AKP'ê rastî nerazîbûnan hat de, ketiye dewrê. Gelê Kurd ku ji bo çareseriya demokratîk li benda gavan e, hikûmeta AKP bi sorkirina malbatên ciwanên tevli gerîla bûne re, hewl dide rojevê biguherîne."
Armanc astengkirina beşdariya gerîlaya ye
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser daxuyaniya HPG'ê ya ku digot, 'Ciwanên ji 18 salî biçûktir ranahêjin çekan, ciwanên temen biçûk ên ji zilma mêtîngeriya qirkirina çandî û zextên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên li qadeke derveyî şer di warê civakî û çandî de tên perwerdekirin' û got, "Gerîla di şerê xwe yê 30 salan de ti ciwanê temen biçûk nexistiye nava şer. Lê belê gelek ciwanên temen biçûk ên dema tevli gerîla bûn, di kemîna dewletê de hatin qetilkirin. Dewleta Tirk ji bo PKK'ê li raya giştî ya derve û hundir tecrîd bike, ev sîh sal in derewa 'PKK zarokan dide şer kirin' dûbare dike."
‘Mafê wan tuneye qala ciwanên Kurd bikin’
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe re diyar kir ku armanca vî şerê psîkolojîk astengkirina tevlibûna li nava refên gerîla ye û ev xal destnîşan kir:
"Tevgera Azadiyê ya Kurd, gerîlayê ku bi şer, zor, tundî û komployên sîh-çil salan re nekarî tine bike, hewl dide bi vê yekê re qels bike. Di salên 1990'î de bi bernamay 'Anadolu'dan Gorunum' re timî hin îtirafkar û malbatên xistibûn bin zexta xwe dida axaftin û bi vî rengî kampanya reşkirinê li dijî gerîla meşandin. Çawa ku ev kampanyayên reşkirinê hatin pûçkirin, wê rêbaza şerê qirêj a dawî jî wê bê pûçkirin. Ne ev derew wê bi kêr bê, ne jî tevlibûna li nava refên gerîla bê astengkirin. Beşdarî wê zêdetir bibe, ciwanên Kurd heta azadiya gelê Kurd û jiyana demokratîk wê bi canfedayî şer bikin.
Em careke din destnîşan bikin; mafê mêtîngeriya dagiker a qirkirina çandî nîne der heqê gelê Kurd, der heqê ciwanên Kurd, der heqê zarokên Kurd de biaxive. Bi tenê mafekî Serokwezîrê, siyasetmedarên Tirk û hemû saziyên wan heye, ew jî dawîanîna li mêtîngeriya qirkirina çandî û bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêşî li jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd bi ziman û çanda xwe veke. Ya ku çapemeniya Tirk jî divê bike ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zextê li dewlet û hikûmeta Tirk bike.
Kurdistan wergerandine zîndanê
Ciwanên Kurd ji bo xwe ji dagirkerî û mêtîngeriya qirkirina çandî rzigar bikin derdikevin serê çiyê; wê hînê jî derkevin. Ciwanên Kurd, axaftina Serokwezîrê dewleta mêtînger a qirkirina çandî der heqê xwe de, weke heqaretê dibînin.
Yên ku di têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd de cih nagirin, mafê wan nîne der barê ciwan û zarokên gelê Kurd de biaxivin. Heta ku gelê Kurd negihêje jiyaneke demokratîk û azad Kurdistan ji bo Kurdan zîndan e, zilm e, zext e. Îro qadên Kurdistanê yên lê azadiya tam heye, çiya ne. Yekane cihê ku dewlet nikare destê xwe lê dirêjî ciwanan bike, çiyayên azad e. Ji ber vê yekê ciwan dibezin qadên azadiyê.
Îro wezîfeya hemû hêzên demokrasiyê ew e ku Kurdistanê ji bo ciwan, jin û zarokan bike welatekî lê dikare were jiyîn. Îro Kurdistan û Tirkiye ne welatekî lê dikare bê jiyîn e. Tê xwestin ku Kurdistan û Tirkiyeyê bikin gora Kurdan. Têkoşîna demokratîk û azadkirina vî welatî jî, têkoşîna herî pîroz e. Gerîla ewladên pîroz ên gelê Kurd e; ewladên herî bi qîmet ên dîroka Kurd e. Ciwanên Kurd ji bo vê rûmetê bijîn dibezin çiyê.
'Planên B û C şer û qirkirin in’
Dewleta Tirk di şûna çareserkirina pirsgirêka Kurd de, vê tevgera psîkolojîk a li dijî gerîla tercîh kir. Di rewşeke agirbestê de destpêkirina hewldaneke bi vî rengî ya psîkolojîk nîşan dide ku hikûmeta AKP xwedî polîtîkayeke çareseriyê nîne. Ev jî ji bilî dewamkirina şer, nayê ti wateyê. Ji xwe gotina 'planên me yên B û C hene' nîşan dide ku ew şer û operasyonên qirkirina siyasî plan dikin. Ji ber ku dewleta Tirk ji bilî van ti planeke xwe nîne. Plana xwe ya A jî B jî C jî ev e. Vê yekê jî ev deh sal in dewam dike. Li hemberî vê rewşê pêwîste hemû hêzên demokrasiyê û gelê kurd bikevin nava tevgerê û Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê bilind bikin. Divê destûr ji hewldanên AKP'ê yên berevajîkirina rojevê re neyê dayîn, bi bilindkirina têkoşînê re rojeva xwe diyar bikin.
‘Li dijî lîstikên AKP’ê derkevin’
Malbatên tên bikaranîn jî ji bo vê lîstikê têk bibin divê bi ser navenda giştî ya AKP'ê û avahiyên AKP'ê ve bimeşin. Ji bo jiyaneek azad û demokratîk a ji bo ciwan û zarokan, divê beşdarî têkoşîna demokrasî û azadiyê bibin. Wezîfeya destpêkê ya hêzên demokrasiyê, gelê Kurd û hemû malbatan afirandina jiyan û welatekî demokratîk û azad ji bo ciwan û zarokan e. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dewleta Tirk a mêtîger a qirkirina çandî têkoşînê bilind bikin."
BEHDÎNAN