
Di meşê de girsê wêneyên Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez vekirin li ber Parka Musa Anterê Aştiyê kom bûn. Di meşê de parlamenterên BDP’ê Şaredar û namzetên şaredariya Wanê girseyek gel amade bû. Piştî rêzgirtinê Aktîvîsta DOKH’ê Esen Gunay, komkujiya Parîsê şermezar kir. Hevşaredara BDP’î ya Wanê Hatice Çoban jî diyar kir ku kesên komkujî pêk anîn hesap nekirin ku 3 jinên kurd her yek bi milyonan jinên in. Piştî çalakiyê polîsan bi maşîneyên zirxî mudaxaleyî girsê kir û ciwanan jî bi keviran bersîv da polîsan.
Li Navçeya Şemzînanê û Çelê yên Colemêrgê jî bi heman armancê bi tevlêbûna endamên DOKH, KURDÎ-DER, MEYADER, TUHAD-FED, Dayikên Aştiyê, BDP û namzetên şaredariyan çalakî pêk anîn û komkujî şermezar kirin. Li Qersê jî di pêşengiya DOKH’ê de bi heman armancê meş pêk hat. Di meşê de girse li ber avahiya BDP’ê ya Qersê kom bû û heta Kolana Ataturk meşiyan. Di meşê de parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Birtane, Hevserokên BDP’ê yên Qersê aktîvîstên DOKH, MEYADER, BDP û gelek kesên din amade bûn. Piştî meşê li ser navê girsê Hevseroka BDP’ê ya Qersê Şengul Mehmetoglu, komkijî şermezar kir û soza têkoşînê da. Girsê piştî daxuyaniyê dîsa heta avahiya BDP’ê meşiyan.
Li Erziromê jî di pêşengiya Meclisa Jinê ya BDP’ê de ji avahiya BDP’ê heta Kolana Ataturkê meşek pêk hat. Rêveberên BDP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, xwendekarên zanîngehê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de pankart, dowîz û wêneyên 3 jinên kurd hatin vekirin û siloganên Şehîd namirin” gotin. Li Îdirê jî bi heman armancê di pêşengiya DOKH’ê de bername hat lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya BDP’ê kom bû heta Qada Şaredariyê meşiya. Komê wêneyên Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez vekirin û siloganên “Biji Serok Apo” qêriyan. Li Mûşê jî bi heman armancê 3 jinên kurd bi çalakiyekê hat bibîr anîn. Di pêşengiya DOKH’ê de bername hat lidarxistin. Li navçeyên Cizîr û Silopiyê yên Şirnexê jî bi heman armancê meşên girseyî hatin lidarxistin. Li her du navçeyan jî li ser êrişa polêsan pevçûn derket. Li bajarên Tirkiyê Edene, Izmîr, Balikesîr, Antalya û gelek deverên din bi girseyî komkujiya Parîsê hat şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Bi deh hezaran Kurd daketin qadan
Ji bo sê şoreşgerên jin yên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li seranserê Ewrupayê çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de hêzên komkujî pêk anîne û Fransa hate protestokirin.
Li bajarê Toulouse bi dirûşmeya ‘Ji b Sakîne, Fîdan û Leylayê Edelet-Em jibîr nakin’ çalakî pêk hat. Kurdên li ber Monument oux Morts hatin ber cem meşek heta qada Capîtole pêk anîn. Gelek saziyên ku yên Fransayê jî di nav de cîh girt tevlî çalakiyê bûn. Meşa ku bi meşaleyan pêk hat li qada Capîtole veguherî mîtîngê. Di axaftinên ku li vi hatin kirin de hate diyar kirin ku divê berpirsê komkujiyê demildest bên dîtin û PKK ji lîsterya terorê ya YE’ê bê derxistin.
Li bajarê Draguîgnan a Fransayê meşeke meşaleyî pêk hat û her sê şoreşgerên jin hat bibîranîn. Di meşê de bang li hikûmetê hat kirin ku kujer bên dîtin. Meşa ku bi sedan kes tevlî bûn bi mîtîngeke li navenda bajêr bi dawî bû. Di axaftinên bi kurdî û fransî hati kirin de 9’ê Çile wek lekeyeke reş li dîroka Fransayê maye hat nirxandin. Li bajarê Creîl ya Fransayê jî bi heman armancê çalakî pêk hat.
Li bajarê Deng Haag a Hollandayê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Kurdên li Hollandayê dijîn û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) li ber Dîwana Edeleta Lahey çalakî pêk anîn û hêzên kujer careke din lanet kirin. Nêzîkatiya dewletên Ewropayê ya li dijî komkujiyê careke din hat şermezarkirin. Piştî daxuyaniyê heyteke ji navenda meclisa jinan a Ronahî ku dosyayek der barê komkujiyê de amade kiribûn pêşkêşî seferatxaneya Fransayê kirin. Li bajarê Hamburg a Almanyayê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê meş pêk hat. Meş ji ber gara trenê destpê kir. Nêzî 500 kes tevli çalakiyê bûn. Meş heta ber seferatxaneya Tirkiyê berdewam kir. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin.
Li bajarê Nurnberg a Almanyayê jî nêzî 100 kesî bi vê wesîleyê hatin cem hev. Nûnera Meclisa gel a Nurnbergê Senem Kartal axaftinek kir û da zanîn ku hêj komkujî ronî nebûye û got Fransa û hemû welatên Ewropa berpirsin. Parlamenterê partiya çep ya Alman Herald Weînberger jî bang li dewleta Alman kir ku dawî li hewldanên krîmînalîzeirinê bîne.
Li Saarbruckenê, Stuttgart, Darmstadt, Mannheîm, paytexta Swîsre Bern, paytexta Fînlandiya Helsînkî, paytexta Avusturya Viyana, paytexta Swêdê Stockholmê bi çalakiyên cihê komkujiya Parîsê hat protestokirin.
NAVENDA NÛÇEYAN