• Jineke hunermend a ji Ingilîstanê, Penny Hardy ji hesin û pola peykeran çêdike, lê dike ku bi kesê li hemberî berhemê re hesta herikînê, tevgerê peyda bibe. Bi gotina wê, ew dike ku enerjiyeke mekanîk xwe bi estetîkê bide der.
Hunermend hem bi malzeme û teknîkên xwe, hem bi rêbaz û estetîka xwe, lê beriya hemûyan jî bi fikr û qabîliyeta xwe ya hilberandinê berheman diafirînin. Penny Hardy hunermendeke wisa ye ku ruh bi hesin û pola tîne. Ew metalên hişk bi xisleta xwe ya hişk re nakok dike û dike ku nerm, bi formên glover û kontrasteke piçûk a tûj û rastbûnê hisa zindîbûnê li hesin û pola bar dike. Heman mirov dibîne ku ji birxo, çavik û malikên birxoyan ku bi koşe ne hişk in, zingargirtî ne rûyekî mirovan, para bêhtir jî rûyekî jinan çêkiriye. Lê bi awayekî welê ku mirov dibêje ew rû û xetên wî diherikin, ber bi deverekê ve diçin. Xwe ji hişkbûn, tûjbûn û giranbûna wî metalî dişon û hema hema ber ba dibin diçin. Yan jî mirov dibîne ku qalibên pola yên yekgirtî bi formên glover kirine dirûvê mirovên ku bedena xwe li danseke bifirêketî vekirine. Ew bedenên qayîşokî û bi formên glover li ser lingekî her zirav dibe yê weke pîjekî tên bicihkirin. Ew bicihkirin jî dike ku kesê li wan dinihêre bifikire, ew xwe ji koka xwe diqetînin. Ew keziyên ku di nava van bedanan de hatine xêzkirin jî vê hisa xwe qetandina ji koka xwe xurt dikin. Ev hereket û herikîna di bust û peykerên Penny Hardy de dişibin îluzyonekê, lê îluzyoneke dike mirov hez jê bike. Eynî weke kontrasta pirralî ya ku ew bi kar tîne: kontrasta hesin û nerm, glover û tûjereq, sekinî û diherike… Xelkê dike hevparê hestên berheman Penny Hardy perwerdeya xwe ya hunerî di rastiyê de weke xêzkereke zanistî kiriye. Vê jî kiriye ku ew formên xwezayê û kitekitên wê yên mirovan heyranî xwe dihêle nas bike. Ev jê re dibe zemîn da ku di hunerê xwe de bedena mirov û hawîrdora xwezayî weke hêmanên sereke bi cih bike. Di karê xwe yê pîşeyî de elaqeya wê bi mîmariyê re jî çêdibe û belkî jî ne mubalexe be mirov bibêje ew dibe aşiqa form û peykerên 3 dîmensiyonî. Kakilê hunerê wê jî ev eşqa wê ye. Axir wê xwe bi xwe hînî peykertraşiyê kir, teknîk û rêbazên nû ceribandin. Ew hisa ji bo tevger û dînamîkê ya ku li jor me behsa wê kir, dike ku ruh bi berhemên wê were. Ew bi xwe difikire ku di parçeyên metal ên bi destê mirovan çêbûyî de dewlemendiyek heye. Ha bi vê dewlemendiyê ew bi formên nû re û bi behremendiyeke eşkere ya hunerî dike ku berhemên wê enerjiya xwe ya mekanîk bidin der. Ew difikire ku ev enerjiya hanê ya esasî dike ku mirov elaqeyeke vîzuel nîşanî berhemên wê bidin û elaqeyê nîşan bidin yan jî hevpariyê bikin bi wê hestê re ku peyker nîşan dide. Penny Hardy li seranserê Meliktiya Yekbûyî pêşangeh vekirine. Pêşangeha wê ya yekê jî sala 2006´an ji peykerên wê yên direqisin bû li Doddington Hall, Hill House Dartington û Royal West of England Academyê. Ji hingê ve wê bi dehan pêşangeh vekirine. Lînka mapera Penny Hardy: http://www.pennyhardysculpture.com/ LONDON