54 partî û rêxistinên di bin bana KNK’ê de temsîliyeta wan heye name ji dewlet û saziyên ku Cenevre-2’ê pêk tîne re şandin û piştgiriya xwe ya bi civînê anîn ziman. Di nameyê de hat diyar kirin ku kurd dixwazin serbixwe tevli civînê bibin û got: “Ev civîn bêyî kurdan dê bi sernekeve û divê ev ji aliyê hemû kesî ve bê zanîn.”


Civîn bê Kurdan nabe

KNK’ê berê jî ji bo Heyeta Desteya Bilind a wek nûnerê Kurdan tevlî Cenevre-2 bibe bang kiribû û 14 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgirî dabû û bang li hemû sazî û dewletan kiribû ku bêyî kurdan civîn bila pêk neyê. Li ser vê bangê partiyên siyasî û saziyên din yên beşên din yên Kurdistanê jî ketin nava tevgerê û piştgrî dan.

KNK name şandin

Bi piştgiriya 54 partî û saziyên sivîl yên çar beşên Kurdistanê û yên dîasporayê re KNK’ê, ji dewlet û saziyên ku Cenevre-2 pêk tîne re nameyek nivîskî û daxwaz kir ku bila kurd bi awayekî serbixwe bigirin civînê. Nameya ku di serî de ji sekreteriya Giştî ya NY’ê, rayedarên Yekitiya Ewropa, DYA, Rusya û wezîrê karê derve yê Çînê re hate şandin de, hat xwestin ku daxwaza kurdan ya tevlibûna Cenevre-2’ê ya bi awayekî serbixwe baldar bê girtin. Di nameya bi ser navê ‘Ji bo Suriye û Rojavayê Kurdistanê çareseriya polîtîk’ de hate diyar kirin ku civîna ku ji bo teşekirina nû ya Sûriyeyê tê lidarxistin de rola kurdan gelek girînge û hat destnîşan kirin ku ew gelek girîngiyê didin vê civînê û got ew ji bo aştî, edlet û maf piştgiriyê didin vê civînê.

Serbixwe tevlîbûna civînê

Di berdewamiya nameyê de hat diyar kirin ku ew dixwazin Kurd serbixwe tevli Cenevre-2’ê bibin û wiha berdewam kir: Di vê civîna navnetewî de divê gelên Sûriyeyê û aliyên şer bê temsîlkirin. Bê guman aliyekî herî bi hêz vê civînê kurd û Kurdistane. Desteya Bilind a Kurd ya Sûriyeyê di vê mijarê de kurdan temsîl dike.”  Di nameyê de hate diyar kirin ku KNK bi rêxistinbûna xwe ya berfireh 54 partî û saziyên sivîl dihundirîne û her wiha ji kurdên her çar parçeyên Kurdistan û  kurdên dîasporeyê pêk tê, ava bûye. Di dawiya nameyê de hat diyar kirin ku ew wek KNK’ê piştgiriyê didin xebatên aştiyê û hat diyar kirin ku platformeke bê kurdan dê bi ser nekeve. Di nameyê de navên partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî yên piştgirî dane vê deklerasyonê jî cîh digrin.

  NAVENDA NÛÇEYAN




Cenevre-2 nêz bû

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo konferansa Cenevre-2 ya Sûriyeyê ku wê di 22’ê vê mehê de, dest bi şandina vexwendînameyan kir. Berdevkê Serkreterya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê diyar kir ku konferans wê di 22'ê Çileyê de li bajarê Montro yê Swîsreyê bê lidarxistin û ji bo berdevkên welatan, berdevkên komên mûxalîf ên Sûriyeyê dest bi şandina vexwendîname hatiye kirin. Di daxuyaniyê de armanca vê konferansê wekî ku hikûmeta Sûriye û muxalefet bi awayekî ku karibin xwe herî baş bînin ziman û dawî li pevçûnan bîne hate şîrovekirin. Hate îfade kirin ku di nav armancên konferansê de dîsa mijarên wekî NY, li welat derbasî pêvajoya siyasî bûn  û hemû biryarên ku di 1. konferansa Cenevreyê de hatine wergirtin pratîzekirin heye. Konferans wê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê NY, Ban Ki Moon kom bibe. Di paralelê konferansê de muzekereyên di navbera muxalifên Sûriyê de bên pêkanîn jî, bi pêşengiya El Ahdar ku berdevkê Yekîtiya Ereban ê taybet ji bo Sûriyeyê ye li Cenevê bê pêkanîn.

Tevlîbûna Îranê

Alîkarê berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Farhan Haq got ku mijara tevlîbûna konferansê ya Îranê hîn jî ne safî ye lê bele meyla li pêş li Îranê di aliyê tevlibûnê de ye. Tê hêvîkirin ku mijara tevlîbûna Îranê di civîna Wezîrên Derve ku wê  hefteya pêşiya me de di navbera DYA û Rûsyayê de bê çêkirin de safî bibe. Ji bo ku şerê navxweyî li Sûriyeyê were bi dawîkirin ev demeke dirêj e dihate hedefkirin ku 2. Konferansa Cenevreyê bê lidarxistin.  Bi şandina vexwendînameyan re tê gotin ku, nîqaşên komên mûaxlîfên Sûriyeyê afirandine, çareser bûne. 

NEW YORK