SOLÎN REŞÎD / ANHA / ŞEHBA

Abdîn Nûrî Ebdulhemîd 63 salî ye, li navçeya Til Rifet a Şehbayê ye. Bi tenê di odeyeke piçûk de dimîne û li ser textan neqşan çêdike. Neqşên wî asta hovîtiya dewleta Tirk û berxwedana gelê Efrînê nîşan didin.

Bi dijwariya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê ji bo ewlekariyê şêniyan bang li wan kir ku xwe bigihînin Şehbayê, Abdîn Nûrî Ebdulhemîd di nava şêniyên ku berê xwe dane Şehbayê bû.

Abdîn Nûrî Ebdulhemîd 63 salî ye. Hemû ferdên malbata Abdîn derketine Danîmarkayê, lê wî nexwest ji welatê xwe derkeve, niha li navçeya Til Rifet a Şehbayê ye, bi tena serê xwe di odeyeke piçûk de dimîne.

Ebdulhemîd li ser textan neqşan çêdike, hemû tiştên di bala wî de, bûyerên rû didin û hwd. bi rêya neqişandina li ser textan parve dike.

Neqşa bi gulan ji bo rizgarkerên Efrînê

Abdîn piştî ku bi çavên xwe êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dibîne, êdî bi neqşan qala asta hovîtiya dagirkeran û berxwedana Efrînê dike.

Ji ber kêmbûna derfetan, Ebdulhemîd ji bermahiyên xaniyên hilweşiyayî tabloyên xwe rêz dike, destpêkê talîmatên îslamê rasteqîn bi nexşeyên xwe diyar dike, ta ku îspat bike ku îdîayên dewleta Tirk ên der barê Îslamê de derew derxe û diyar kir ku ew dixwaze bi vî karî Îslama rast, ne ya ku Tirkiye îdîa dike, derxe pêş, her wiha pîroziyên Îslamê biparêze.

Ebdulhemîd destnîşan kir ku zarok li derdora wî kom dibin û êş û bîranên xwe pêre parve dikin. Wî her wiha anî ziman ku wî bi sedan gulên Sînayê kom kirine û bi rengên ala Kurdî rengîn kiriye da ku pêşkêşî şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê bike, dema Efrîn bê rizgarkirin.

Abdîn Ebdulhemîd di dawiya axaftina xwe de got, “Derfeta derketina welatên derve bi dest min dikeve, lê naxwazin, dixwazim li Efrînê li ser axa berxwedanê bijîm.”