Siya Şevê piştî albûmên xwe yên ‘Zeng’, ‘Pûç’ û ‘Bêyom’ bi albûma xwe ya çaremîn ‘Li Pey Siya Xwe’ li pêşberî guhdarên xwe ye.
Di albûma ‘Li Pey Siya Xwe’ de yek jê enstrumantal, bi giştî 10 stran hene. 2 heb jê ne tê de tevahiya stranan ji aliyê Siya Şevê ve hatine nivîsandin û Siya Şevê ji wan re beste çêkirine. Solîstê komê Gokçe Selîm bi minasebeta albûma nû ji Sputnîk Kurdistanê re peyivî.
Bi qasî deryayê ye
Selim îşaret bi dewlemendiya muzîka folklorîk a Kurdî dike û wiha didomîne: “Mûzîka, folk a Kurdî bi qasî deryayê ye. Yên ku bixwaze dikare jê fêdê bigire. Lê mixabin hinek hunermendên Kurd hemû jiyana xwe ya hunerê li ser vexwarina ava vê deryayê ava kirine. Bi dîtina me ev helwest bi xwe re tiralî û dejenerasyonê tîne.”
Divê huner xwe nû bike
Li ser pirsa ka çima komê stîlên nû ceribandine jî Selîm dibêje: “Huner divê xwe nû bike, ev di xwezaya wê de heye. Em wisa bawerin ku ên ku karên hunerê dikin naxwazin xwe dûbare bikin. Me jî him bi gotin him jî muzîkalîteya xwe, xwest tiştên nû biceribînin. “
Jiyan dibe dijûn carinan
Selim bal kişand ser bûyerên li Kurdistanê jî diqewimin ku zehmet in û wiha pê de çû: “Girêdayî vê yekê bûyerên ku li welatê me diqewimin bandorê li me û li şêweya me kir. Dem û dewran her çi qas dijwar dibe, jiyana mirovan, têkiliyên di navbera mirovan de; hevaltî, evîn jî wisa dijwar dibe. Ji ber vê yekê gotin carinan têre nake. Mijara polîtîk jî heman tişte. Jiyan carinan dibe dijûn jî li vê erdnîgariyê.“
Ne gelek in lê têrî me dikin
Selim mûzîkjenên Kurd hişyar dike û dibêje:“ Ên ku me guhdar dikin ne gelek in lê têrî me dikin. Gelê Kurd gelekî hestiyar e. Ji bo ku muzîk a bi qalîte di nav civaka me de cihê xwe bigre divê em bêhtir berheman biafirînin. Ên ku li ser navê Kurdan muzîkê çêdikin divê ji teqlît û erzaniyê dur bikevin.“
Wê li ser dikan bin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Siya Şevê 29ê Hezîranê li Stenbolê û 30 Hezîranê jî li Amedê konserteke lansmanê li dar dixe û piştî demeke dirêj bi stranên xwe yên nû û yên hît dê derkeve pêşberî heskerên xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN