Remziye Arslan a ji Zanîngeha ODTU’yê ji beşa civaknasiyê mezûn bûye ji bilî beşa xwe bi wêjeyê re jî eleqadar bûye. Arslan dema mezûn bûye dest bi karên wergerê kiriye û piştre derbasî wêjeyê bûye. Arslan ya di 2006'an de di rojnameya Ozgur Gundem de der barê pirsgirêkên siyasî û civakî de nirxandinên xwe dinivîsand pirtûka çîrokan a yekemin bi navê ' Periyên Xemê' ya ji çîrokên koçberiyê pêk dihat nivisand. Piştî vê çîrokê jî Arslan pirtûka xwe ya bi navê ' Ji îmajê heta nasnameyê, di dema komarê de di romanan de Kurd' weşand.
Pêwîstiya vegotinê
Arslan nivisandinê wek mirovên xwe ji nû ve biafirîne dinirxîne û dide xuya kirin ku nivisandin mirovan ji hestên tenêbûnê xilas dike. Arslan axaftina xwe wiha domand: ''Dema mirov dinivisîne ne tenê ye, digihîje pirkesî û ji ber vê jî nivisandin dibe pêwistiyek, ji pêwistiya vegotinê tê. Nivisandin li hemberî serdestan ji bo me awayek raperînê ye. Lewre nivisandin redkirina jiyana ku ji alî serdestan li me hatiye ferzkirin e ku afirandina jiyanek nû ye.”
Nivîskar û xwendevan
Arslan da xuya kirin ku bi xwendevanan nivîskarî xwe temam dike û diyar kir ku serkeftina nivîskaran jî bi vî awayî tê fêm kirin û axaftina xwe wiha domand: '' Di civaka me de xwendin û nivisandin kêm e mixabin. Ji ber vê niviskariya me jî kêm dimîne. Ji ber wê jî nivisên me çiqas were xwendin em ê jî xwe hewqas temam bikin.''
Girîngiya zimanê dayikê
Arslan ji navçeya Maden a Elazîzê ye û bal kişand ser zimanê dayikê û wiha axivî: ''Min bi zimanê dayikê perwerde nedît lê bawerim ku derfetên nifşên nû wê hebe. Kêmasiya min a herî mezin jî ev e. Nivisandin ji bo min bextewariyek e lê nivisên bi zimanê dayikê nehatibe nivisandin jî kêm e.''
Dûrbûna ji nivîsandinê
Arslan bal kişand ser zehmetiyên nivisandinê û got: '' Niviskarên jin dema biryara nivisandinê jî didin bi gelek astengiyan re rû bir û dimînin. Ji ber astengiyên ku pergala civakî û aborî dide pêşiya jinan gelek jin ji nivisandinê dûr dikeve. Jin ji bo van jî divê têbikoşin.''
TEKOŞÎN TEKÎN/JINHA/AMED