Memê Alan, Siyamend û xecê...
Mizgîn Tahîr ani ziman ku piştî wê 9 salan dibistan xwend, derbasî Serê Kaniyê bû û dibistana navîn li wir xwend. Tahîr, pişt re derbasî Şamê bû û li Şamê 2 salan Erdkeolojî xwend. Lê di van 2 salan de li cem Prof. Lubana û Profesora Rûsî Gelîna amedehiya konserwatuarê kir. Profesora Rûsî Gelîna, ji bo perwerdehîya konservatuwarê Tahîr, perwerde kir. Tahîr piştî perwerdehiyek baş di sala 1999’an de ket ezmûnê û piştî ezbûnê beşa konserwatuarê qezenç kir. Tahîr, bi lêvkir ku wê dixwest destanên kurdî bi operayê bêje li ser destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dimê xebitî. Tahîr, diyar kir ku destanên kurdan ji bo parastina çand û dîroka kurdan gelek girîng e û ji bo kurd karibe çand dîroka xwe zindî divê hunera dengbêjiyê baş biparêze û tomar bike.
Tahîr, piştî ku li gelek welatan beşdarî konser û konservatuaran bû, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide 6 xwendekaran. Tahîr, bilêv kir ku li Tirkiye û Amedê astengiya li pêş wê ya mezin zimanê tirkî ye ji ber ku her kes bi tirkî diaxive pirsgirêkan dijî. Mizgîn Tahîr destnîşan kir armanca wê di pêşerojê de muzîka opera ya kurdî li Cîhanê belav bike. Ji ber ku eleqeyek mezin li hemberî opera tune Tahîr dikeve nava xeman û ji bo ku vê eleqeyê zêde bike li Akademiya Cegerxwîn dest bi perwerdehiya operayê dike. Tahir, bawer dike ku muzîk û çanda kurdan bi hunera opera bêtir dikgêje armanca xwe û dê di qada navneteweyî de bi pira operayê belav bibe
DÎHA/AMED