Leo F. Saldanha kordînatorê Koma Alîkariyê ya Hawîrdorî ye, ew her weha pispor e di mijara Zanista Hawîrdorî de. Saldanha bi rêya aktîvîzma xwe bû xwedî tecrûbeyeke mezin di warê hiqûq û aboriya elaqedarî mijarê. Ew xwe ne weke akademîsyenekî, lê weke çalakvanekî lêkolîner ê elaqedarî zanista li ser mijara xwe ya çalakvaniyê pênase dike. Ji dema konferansên “Qebqebûxwendina li Modernîteya Kapîtalîzmê” ên li bajarê Elmanyayê du caran hatin li dar xistin û çavlirê ye sêyema wê 2017´an were lidarxistin. Leo F. Saldanha û hevrêyên wî yên li Baglora Hindistanê Tevgera Rizgariya Kurd û fikrên Ocalan jî nas dikin û minaqeşe dikin. Em li ser aboriya girêdayî û ya komunal, serbixwe di konnte peywenda Kurdistanê de bi Leo F. Saldanha re peyivîn.


Li Başûrê Kurdistanê aboriyeke girêdayî firotina petrolê heye, ango aboriyeke “rentier state”; hûn bi giştî awayê aboriyê yê neserbixwe tehlûkeyeke herî mezin ji bo civakan dibînin. Ji bo Kurdistanê rewş çi ye?

Ez dizanim ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê awayên din yên hilberîna aborî hene, hewldanên aboriyeke dikare dewam bike û xwe li ser xwe bigire hene. Lê ev nayê wê maneyê ku Kurdên parçeyên din wê karibin miqateyî Başûrê Kurdistanê bin. Bi gotinên din, heke miletê Kurd li Iraqê nebe xwediyê awayên din ên xweliserpiyan girtinê, û girêdayî xwîşk û birayên xwe yên li parçeyên din ên Kurdistanê bimînin jî, ev ne modeleke têraxweker aborî ye. Ji ber vê yekê girîng e ku mirov lê serwext bibe, beşeke mezin a miletê Kurd (li Başûrê Kurdistanê) girêdayî hatina ji firotina petrolê ye. Li vir du pirsgirêk hene. Yek ji wan ew e ku petrol ne çavkaniya vê serdemê ye û ya duyem jî ew e ku ew ê nebe çavkaniya siberojê jî. Û jixwe, pereyên ku ji petrolê tên bi dest xistin ne ji bo milet in. Ew pere tê dizîn, li welatên ku ji bacê pere muafin tên veşartin. Û ew ê li gel venegerin. Lewma çerxeke ku vî pereyî bi paşve bîne nîne. Ji ber ku, jixwe, hesabdayîn nîne. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku çalakiyên aborî werin pirrengkirin, û hilberîn li cihî û herêmî bibe. Hingê, qet nebe hûn dikarin li ser piyên xwe bisekinin û tê bikoşin.


Pirsgirêkeke global e û li Başûrê Kurdistanê jî wisa ye; biryarên aboriyê, biryara firotina petrolê ne bi awayê demokratîk tê dayîn. Li gorî cenabê te, Kurd li Başûr çawa dikarin li hemberî vê tevbigerin, mînakek heye?

Mînakeke baş heye, herêmên Başûrê Hindistanê. Li Başûrê Hindistanê ji milet hat bi sedsalan bijîn, çandiniyê bikin, tevî ku barana pêwist kêm bû jî. Sîstemeke wan a çandiniyê heye ku xwegir e. Ew fêrbûna ku dema baran bibare wê berhev bikin û ji bo demên baran nabarê biparêzin. Li Başûrê Kurdistanê ez ti avahiyên bunyewî yên bi vî rengî nabînim. Nebûna van avahiyan pirsgirêk e. Şer û texrîbatên wê tesîreke mezin dikin li çandiniyê. Lewma çandinî çerxeke bi dewr a jiyanê ye. Ne çerxeke yekdewr e. Tuxm û tovên bi îstîqrar û xurt bi wê peyde nabin ku hûn carekê tovekî li erdekî bireşînin û paşê berhemê biçinin, lê dema ku hûn gelek nifşan vê dubare bikin ev pêk tê. Lewma tov û tuxmê ku hûnê biçînin divê ji guhertinên avhewayê bifilite û ji gelek tehlûke û tehdîdên din xwe rizgar bike. 


Pêwistiya nihêrîna li bibîranîn jiyana berê

Ji ber vê yekê jî, dema ku hûn dewra çandiniyê qut dikin hûn dewra çanda wê bi xwe jî qut dikin. Çanda parastina tov, çanda hêlana tov, çanda xwarinê, çanda miameleya bi xwarinê re û çandeke bi tevahî ya elaqedarî çandiniyê jî tên xirakirin. Herçî Başûrê Kurdistanê ye, em bi qutkirin û xirakirineke bi yekdestdariyeke dewletê re rûbirû ne û xwedî bandoreke gelekî mezin e, ku gelekê dewam kiriye û dîrokî ye. Ji bo jinûvevakirina vê çandê pêwistî heye bi jinûve lênihêrîna gelekî mezin a bibîranînên li ser jiyana berê heye. Mirov biçe serdana wan mirovan ku dizanin hingê jiyan çawa bû, mirov wan texeyul û bibîranînan tomar bike, wan bi dîqet berhev bike û jinûve ava bike, weke hûnana bereke ji bibîranînan. Paşê jî mirov divê bala nifşên nû bikişîne ser vegerê û destpêkirina çandiniyê.


Avakirina rêyan ne ewlekariya aborî ye

Heman tişt ji bo çanda zozanan jî lê ye. Çanda zozanan awayekî herî hûrgilî yê serwextbûna li erd û deveran, naskirina heywanan e; zanîna wê yekê ye ka mirov çawa dikare di şert û mercên gelekî dijwar de çawa dikare bijî bi hilberîna şîr û hiriyê. Çanda zozanan û xwedîkirina pez weke hilberîneke civakî xwedî cihekî girîng e û divê ji nû ve di nava civakê de cihê xwe bigire weke şêweyekî hilberînê.

Ev parçeyên jinûve avakirinê ne. Jinûve avakirin ne avakirina binesazî, bajaran, avahiyan û rêyan e. Ew ne hilberîner in, ew bi kêr tên, lê bi kêra ewlekariya xwarinê, ya hawîrdorê nayên. Ji ber ku rêzên we hene ewlekariya we ya aborî nîne, lê heger hûn xwediyê pez bin, yan cotyar bin, hingê ewlekariya we ya aborî û ya xwarinê heye.  


Çerxa hesabpirsînê wenda bûye

Ha li Başûrê Hindistanê, ji ber hebûna avahiyên bunyewî yên xwegir ên çandiniyê, dema dewlet jî têk çû, milet li ser piyên xwe ma, çandiniyê dewam kir. Herçî globalbûn e, ji ber ku bi berjewendiyên bazarê tevdigere, zehmetiyan derdixe pêşiya cotyaran. Lê belê li hemberî vê cotyar li Hindistanê xwe birêxistin dikin da ku berjewendiyên xwe biparêzin. Ew rûyan asê dikin, tên paytextê, peytextê ditevizînin. Ev demokrasî ye. Demokrasî ew e ku ku her roj ji hikûmetê hesab were pirsîn. Ev zincîr û xeleka hesabpirsînê ya ji erdê, bi rêya tov, bi keda mirovî, bi rêya hikûmetê û bi bazara ku divê her weha berdêlê bi paş ve jî bide; ha ev çerx li vir nîne, wenda bûye. Ev xelek divê dîsa pêk were.


Niha li Rojava tecrûbeyek heye, tiştên nû diceribîne. Kooperatîf, awayên nû yên bazarê hene. Hûn şensê biserketina vê tecrûbeyê, nexasim jî di warê çandiniyê de çawa dinirxînin?  

Bi ya min Rojava wê bibe mînakeke girîng. Bi her halî, modeleke baş ew e ku dikare têra xwe bike bêyî ku girêdayî derve be. Li Rojava texrîbateke gelekî mezin heye ku çandinî, çanda avê tine kiriye. Gelek ked û kar wê jê re bivê ku jinûve were avakirin. Ev ked û kar wê di warê hêza mirov, pere, teknolojî, binesazî û heta aqlê mirovî de di warê avakirina Rojava de. Piştî Rojava ya ku wê diyarker be ji bo serketina wê ew e, ka tevê evqas veberhênanê gelo mirov dikare wê li devrên din jî pêk bîne. Ev yek girêdayî wê yekê ye ku bi xwe têra xwe bike di warê ewlekariya xwarinê de.

Ez dikarim di vî warî de behsa devera baş nas dikin, ango Başûrê Hindistanê bikim.  Wan gubreyên sentetîk, dermanên kuştina reqikan, tovên genên wan guhertî bi kar neanîn. Ji tov heta çandiniyê, ji avdaniyê, heta çinîn û veguheztinê, ew her tiştî organîk dikin. Ew niha wisa difikirin ku di dema kurt û navîn de ev ji wan re baştir e û ji bo dema dirêj jî hîç gumana wan nîne. Ew ne deyndarê bankeyan û şirketan in. Tevahiya zanîna pêwist jî yan wan bi xwe ye û amade ne bi hev re parve bikin. 


Heke zanîna xwe parve bike wê serketî be   

Heke Rojava wê serketî be, ev bi tenê mumkin e heke ew zanîna xwe parve bike bi sîstemên din ên çandiniyê yên ku amade ne, jê fêr bibin û wê fêr bikin. Belkî ev ê wê bi pêş bixe. Ev ê bibe serketina Rojava. 



Sîstema bazarê û aboriya civakî


Li Rojava du sîstemên aborî bi hev re hene. Yek jê sîstemeke bazarê ya ji berê de heyî ye ku rêveberî dixwaze demokratîktir bike, û yan din jî sîstema aboriya civakî ye û tê bipêşvebirin. Gelo ev her du sîstem dikarin bi hev re dewam bikin?

Ez wisa bibêjim, dewlet ji bo xizmeta mirovan divê hebe, heke ne wisa be divê nebe. Herçî tevgera koperatîfan e, dibêje, em dixwazin serbixwe bin, lê birêveberî bila destekê bide, lê em ne girêdayî wê bin. Ango niha hebûna herdu sîsteman ji ber mecbûriyetê ye, ji ber ferzên siyasî yên herêmî ye. Lê ji bo dema dirêj bawer dikim sîstema baş ew e ku mirov karibin li ser piyên xwe û xweser têra xwe bikin. 

Aboriya demokratîk aboriyeke hukumran be. Ne weke dewletê, weke milet di warê fikr, biryar dayînê de. Lê belê roja me ya îro hêzên bazarê tên û vê yekê xira dikin. Ev hukumraniya ez behsa wê dikim divê wisa be ku jê were berjewendiyên hilberîneran biparêze. Ez behsa hukumraniya dewletekê, neteweyekê nakim. Hêzên bazarê hemû hewl didin hiberîneran bêîstîqrar bikin, lewma karê bazarê di bêistiqrariyia hilberîneran de ye. Hêzên bazarê hewl didin ji her girêdana di nava xeleka hilberînê de karê xwe azamî bikin. Ev pirsgirêka aboriya global e. Ango pêkanîna tevn û rêxistina mirovan cihî û herêmî ji bo xweliserpiyangirtinê tevî vê destwerdana hêzên bazarê girîng e. Ev e hukumraniya ez behsa wê dikim. 


LUQMAN GULDIVÊ