
Hunermendê Kurd Xalid Reşîd diyar kir ku muzîka Kurdî îro bi rêya pere tê asîmîlekirin û firotin. Xalid Reşîd her wiha da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê hunermend bi hizren hizbî tevdigerin û got: “Li Başûr hunermend bi pere hatine bêdengkirin. Ger biaxivin, wê pereyê wan qut bikin.”
Têkildarî rewşa hunera Kurdî û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê asta ku hunermend tê re derbas dibin, hunermendê Kurd Xalid Reşîd ê ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, bersiva pirsên mê dan.
Di vê qonaxê de hunera Kurdî di çi rewşê de ye?
Ez sala 1990’ê vegeriyam Başûrê Kurdistanê. Di wê demê de min hewl da bi derfetên xwe li Silêmaniyê orkestrayekê ava bikim û folklora Kurdî bi pêş bixim. Armanca min jî ew bû ku careke din hunera resen a Kurdî zindî bikim. Rast e, niha hinek bipêşketin û gavên baş di hunera Kurdî de çêbûne. Belê li aliyekî din, hinek kes hatine û li ser muzîka Kurdî bûne bazirgan. Diçin bûdçeyê ji vî welatî dibine Tirkiye, Misr û Îranê. Yanî xelk vî pereyê ku heyî dibe û li van welatan muzîkê pê çêdike. Ev jî muzîka ku qeyd dikin, an Tirkî, yan Farsî yan jî Erebî û Misrî ye. Min gelek caran ev rêbaz rexne kiriye. Ji ber ku bandoreke neyînî ya vê li ser nasnameya me heye. Tirkan muzîka me biriye. Çawan dibe ku em biçîn, muzîka Tirkî bînin û pêşkêşî xelkê xwe bikin. Mixabin dema niha em guhdarî li stranan dikin, bi peyvan cuda dikin ku ev Tirkî yan Kurdî ye. Wekî din muzîk û şêwe Tirkî ye. Li aliyê din jî li welatên Ereban muzîk û melodiya Kurdî difiroşin. Ji vê re jî asîmelekirina muzîka Kurdî tê gotin.
Di vê mijarê de rola Wezareta Rewşenbîrî û saziyên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê çî ye?
Ev ne saziyên giştî ne, saziyên hizbî ne. Her hizbek kesekî xwe datîne ser saziyekê. Ev kes jî ne şert e ku muzîkê bizane. Yan şano, yan sînema bizane. Ya girîng divê hizbî be. Ev jî bûye sedema bandorek neyînî û astengiyan li pêşiya huner û çanda me. Me di dema Sedam de şer dikir ji bo ku asîmîle nebin û zimanê me tine nebe. Belê niha ew hatine bi pere û bûdçe me asîmîle dikin. Ji bo mînak, Azerbaycan û welatê wan zimanê xwe ji bîr kirin. Zimanê wan nêzî zimanê me bû û ti peywendiyeke wî bi Tirkî re nebû. Tirk hatin û ew asîmîle kirin. Niha Azerî bi Tirkî dipeyîvin. Belê mûzika Azerî asîmîle nebû. Her kesek guhdarî li muzîka wan bigire, dê zanibe ew muzîk Azerî ye. Mûzîka Kurdî bi hezaran sal e bûye sînorê Kurdistanê, ji ber bê dewletî û neserxwebûnê. Nasnameya Kurdî diparêze. Belê îro bi pere û bûdçe em bi destê xwe muzîka Kurdî asîmîle dikin. Ez dibêjim li Bakurê Kurdistanê ger stranên Kurdî nebana, wê ji zû ve Kurd tine bibane. Di şoreşa Kurdistanê de muzîka Kurdî bi rolek girîng rabûye.
Li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û tevahî hunermendan gelek rexneyên we çêbûne. Li gorî we îro siyaset û huner çi qasî temamkerê hev in?
Îro desthilatdariyê bandoreke neyînî li ser hemû beşan çêkiriye. Bi taybetî jî li ser huner. Li gor min li welatê me pirsgirêka herî mezin siyaset e. Îro li Başûrê Kurdistanê 35 hizbên siyasî hene. Ger her yek ji van hizban salê hezar şitil jî çandiban, wê salê em bibane xwedî 35 hezar şitilan. Ger her hizbek siyasî rojê yek saet ji bo xelkê ceyranê bide, wê pirsgirêka ceyranê nemaba. Siyaseta îro heyî, mala Başûr xera kir. Pirsgirêk ew e ku li Başûr siyasetzan nînin. Kesên siyasetê dikin hene. Cudakariya navbera van de gelek e. Siyaset huner û zanîst e. Siyaset hunerê jiyanê ye. Belê niha siyaseta li vir tê meşandin, li tevahî dinyayê wisa nîne. Jê dipirsin ka tu wê kengê dest ji desthilat û kursiyê berdî, dema temenê te bû 75-80 salî tu wê dest jê berdî? Ew jî dibêje ku heya Kurdistan azad nebe, ez dest jê bernadim. Ev çawan çêdibe? Ev siyasetkar in û siyaset kirine bazirganî. Li vî welatî ger siyasetkar nebe, wê karê te birêve neçe!
Di qonaxa ku niha Kurdistan tê re derbas dibe, rol û erka ku dikeve ser milê hunermendan çi ye?
Hunermend kesek afirîner û derhêner e. Tiştekî diafirîne ku berê nebûye. Hunermend kesek e ku her dem alîgirê gel û civakê ye, ti aliyekî din nagire. Belê li Başûrê Kurdistanê hunermend hetine bêdengkirin. Her yekî xanî û mûçeyek jê re hatiye dayîn, bi vê rêbazê hatiye bêdengkirin. Beşek ji hunermendên beşên din jî hatine Başûr û li vir dijîn. Pere dayînê û bi şêweyekî bazirganiyê vî karî dikin. Başûr bûye luqme û her kesek tê perçeyekî ji bo xwe jê dike. Ez weke xwe ku xelkê vir im, weke kesek xerîb lêhatime li vir. Hunermend çavtirsandî bûne û li ser televîzyonan newêrin qala siyasetê bikin. Ji ber ku wê pereyê wan ji ser wan werin birrîn. Ji bo wê bi taybetî di vê qonaxê de erka hunermend e ku xwedî hestiyarî be, ev berpirsiyartiyeke mezin e. Divê êş û janên civakê hîs bike.
Hunermendî îrade û helwêst e
Li hemû welatên dinyayê her kesê ku muzîk bi kar aniye, nayê wê wateyê ku dibe hunermend. Dibe ku kesek hebe gîtar, keman an jî amûrekî din ê muzîkê lêbixe. Bi başî jî lêbixe, ew hostayê vî beşî ye. Belê hunermendî helwêst û îrade ye. Gotina rastiyan e. Tenê ne bi lêdana amûrekî muzîkê û gotina çend stranan mirov dibe hunermend. Ev teknîkzan e. Li welatekî ku 6 meh in xelkê mûçe wernegirtiye. Heya niha kê hunermendek dîtiye li dijî vê rewşê daketiye kolanan? Di rastiyê de hunermendî beşek ji şoreşê ye. Hemû rûhê kesê hunermend şoreş e. Şoreşa Fransa hunermendan kir. Hunermend ji esmanan nehatine xwarê. Divê ji nava civakê rabin. Ew li pêşiya her kesî ji êşên xelkê fam dike. Li pêşiya her kesî digirî û li pêş her kesî şer dike. Hunermend ev in. Ne weke yên ku li vir jê re hunermend tê gotin. Îro dibînin, çapemeniyê her kes kiriye hunermend. Pêştir ji hev dihatin cudakirin.
Li gor we divê heya çi astê hunermend niştîmanî be û resendiya hunera xwe biparêze? Berî demekê li dijî rûxandina cihên dîrokî ên li Amedê kampanyek hat destpêkirin, hûn vê çawan dibînin?
Pêwîst e karên me Kurdî bin. Ji ber ku îro hebûna me tê redkirin. Wek mînak, ji me re dibêjin tu ne Kurdî, Tirkê çiyayî yî. Tu Ereb î û Faris î. Îro divê li ser rastiya xwe huner bikî. Weke çawan bi berdewamî baxçevan baxê xwe paqij dike û diparêze. Divê hunermend jî rastiya gelê xwe biparêze. Min gelek pêştir jî gotiye, ger dîwarê xanî nebe, wê hemû lawir bikevin têde û tu nikarî xwe biparêzî. Dîwarên xaniyê me nînin. Her dema ku sîstem û hêza te nebe, wê DAIŞ, Îran û Tirk bi hemû şêweyî bên û xwe bi cih bikin. Baş e, çi karê balafirên dewleta Tirk e li asîmanê herêmê difirin. Hêza Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê çi dike? Pasdarên Îranê li vir çi dikin? Pêwîst e li beranberê van, her dem hunermend xwedî fikra niştîmanî be û van bibêje.
Ji bo berhemên dîrokî jî, me çend caran li Ewrûpayê kampanya ji bo parastina cihên dîrokê li dar xistiye. Ji bo mînak, cihên dîrokî yên Hewlêr, Silêmanî û Rewanduzê. Bi her destwerdanek a cihekî dîrokî, ew dîrokek gelê me winda dike. Me bi rêya çapemenî û rêyên peywendîdar ev xebat ragihand. Belê heya niha li Hewlêr ji ber berjewendiyên şexsî xebatên di vî warî de nehatine pêkanîn. Îsal li Silêmaniyê jî ji bo parasina cihên dîrokê me çend hewldan kirin. Ji ber ku li vê herêmê cihên dîrokî gelek hatine rûxandin. Bi rûxandina cihên dîrokê, di gelemperiya cîhanê de jê re qetilkirina çandî tê gotin. Ew êrîşên ku leşkerên Tirk li Amedê pêk tînin, jê re sûcê çandî tê gotin. Bi salane zilm û komkujiyên dewleta Tirk didomin. Gundên me dişewitîne û enfal dike. Ziman û hunera me dibe.
Gelek berhemên we yên niştîmanî hene, gelo ti amadekariyên we yên çêkirina berhemeke li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê hene?
Di rastiyê de hemû stran û berhemên min ji bo tevahî Kurdistanê ne. Min ti demê di hunera xwe de sînor nenasiye. Li gorî min divê welatê me xwedî siyaseteke ronî û zelal be. Divê em Kurd yek bin. Pêwîst e hêza me niştîmanî be, piştgiriya hev du bikin. Wê demê wê Tirkiye jî nikaribe bi hêsanî bê xaka me topbaran bike. Wê ti hêzên dagirker nikaribin sînorên xaka me derbas bikin. Belê mixabin her çendî 25 sal e Başûr di destê me de ye jî, belê me tiştek jî nekiriye. Divê li hemberî van hemû berpirsiyartiyên xwe bi hestiyarî tevbigerîn.
KARÛX REWANDUZÎ/SILÊMANÎ