Rojnameger û namzetê Tevgera Nifşê Nû yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih got, eger bibe parlamenter wê dosya rojnamegerên hatine terorkirin bixe rojevê û wiha axivî: “Ezê ji bo pêkanîna qanûna mafê bi destxistina zanyariyan û qanûna karê rojnamegeran li Herêma Kurdistanê kar bikim.”

Ji bo hilbijartina 30’ê Îlonê ya Parlamentoyo Herêma Kurdistanê hinek rojnameger û nivîskaran jî, ji bo ku bibin endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bûne namzet.

Mem Burhan Qanih got, yasaya hejmara 35 a sala 2007’an a karê rojnamegerî divê were sererastkirin û wiha axivî:“Bi awayê ku dosya azadiya rojnamegerî têde were berfireh kirin. Cezayê karê rojnamegerî were kêmkirin û mafê welatiyan ê girtiyna zanyariyan were berfireh kirin.”

Dosyayan rojnamegeran wê bixe rojevê

Mem Burhan Qanih bal kişand li ser dosya rojnamegerên hatine terorkirin û wiha pêde çû; “Erkekî din ew e ku dosya kesên bi kuştina rojnamegerên sûcdar in, dîsan dosyayên heqaretên rojnamegeran bixim rojevê û li gel hevalên xwe zextê bikin ku van dosya yekalî bikin. Heta ku êdî kesek cesareta terorkirin û heqaretkirina rojnamegeran nebe.”

Her wiha Mem Burhan got, eger medya serbixwe nebe, mirov nikare li ser demokrasiyê wî welatî biaxive.

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS