Fanzîn, altenatîfa weşangeriya di aliyê teknîkî de pêşketî ye; weşan, bi rê ya fotokopiyê tê zêdekirin û belavkirin. Tenê li Stenbolê ji salê notî vir de zêdeyî 100 weşanên wekî kovar, rojname û pirtûk wek fanzîn hatine weşandin.

Kolektîfa KAOS'ê pirtûkê xwe bi formata PDF'ê bi rêya e-postayê jî bi hezaran kesa re parve dike. Di Kolektîfa KAOS'ê heta neha 8 pirtûkên helbestan hatine weşandin.  Koordînatorê Kolektîfa KAOS'ê Lokman Kûrûcû got : “Heta neha me gelek pirtûkên fanzîn dîtin lê di navan wan de ên Kurdî tune bûn. Ev care yekeme ku pirtûkek Kurdî ya helbestan bir hawayê fanzînê hatiye weşandin û tê belavkirin.”
Navê pirtûka Cezmî Ersoz yê wekî fanzîn, bi Kurdî hatiye weşandin “Ya rastî dilê te ketiye tiştekî pir kevn”e. Wergera helbestan ji aliyê Hisên Emro hatiye kirin.  Ji bo hun bi Kolektîfa KAOS'ê têkevin têkîliyê û xwe bigihijînin pirtûkê wan, navnîşana mailê eve: lokmankurucu84@gmail.com


BEDRÎ ADANIR / ÎZMÎR