Konservatuara Aram Tigran, ji ber ku Wezareta Çandê piştgirî neda filmê Ware Dengê min" ê derhêner Huseyin Karabey, piştgiriya xwe anî ziman. Mamoste û xwendekarên konservatuarê pere di nava xwe de kom kirin û alîkarî dan film. Mamoste û xwendekarên konservatuarê diyar kirin ku wê fîlm temam bikin û bigînin temaşevanan. Têkildarî mijarê xebatkara Konservatuara Aram Tîgram Xezal Arslan û derhêner Huseyin Karabey ji DÎHA'yê re axivîn. Xezal Arslan anî ziman ku tevî hemû astengiyan li ber xwe dane û got: "Derhêner Huseyîn Karabey ji ber pirsgirêkên aborî fîlmê xwe temam nekir. Ji ber vê yekê me wekî mamoste û xwendekarên Konservatuara Aram Tigran, di nav xwe de de pere kom kir û piştgirî da film. Dibe ku ne alîkariyek mezin be. Lê divê em piştgiriyê bidin projeyên bi vî rengî."
Li hemberî fîlm sansur
Derhêner Karabey, diyar kir ku wî ji bo fîlmê xwe piştgirî ji Almanya û Firansayê girtiye û Karabey wiha got: "Divê Tirkiye jî piştgiriyê bide vî fîlmî. Lê ji ber ku Wezareta Çandê piştgirî neda filîm me ji bo alîkariyê serî li gelê xwe da. Xwendekar û Mamosteyên Konservatuara Aram Tigran alîkariyek mezin dan me. Piştî ku em fîlm temam bikin emê peşandanek taybet li wir bikin."
Karabey, helwesta Lijneya Piştgiriya Sînemayê ya Wezareta Çandê jî rexne kir û wiha got: "Lijneya Piştgiriya Sînemayê bi zelalî lêkolîn nekiriye. Fîlm li lijneyê di aliye hunerî û teknîkî de tên nirxandin. Lê helwesta lijneyê ya li hemberî fîlm seknek polîtîk e û sansura polîtîk e. Berê jî Wezareta Çandê piştgirî nedabû fîlmên "Gitmek, Sonbahar û hwd". Lijne hin caran bêyî ku rol û erka xwe bibîne siyasî tevdigere û li dijî armancê biryarê dide."
'Me serî li gelê xwe da'
Karabey, anî ziman ku wan ji sala 2009'an de dest bi projeyê kiriye û hatine merhaleya dawî. Karabey, ani ziman ku wan çîroka ku piştgiriyê bide pêvajoya aştiya Tirkiyeyê girtine dest û wiha got: "Me ji bo piştgiriyê serî li lijneya sînemayê da. Lê televizyon li kesên navdar digerin. Dema ku navê me dibihîze bêyî ku li mijar û naverokê binere û lêkolîn bike me qebûl nake. Min 3 caran serî li Lijneya Piştgiriya Sinemayê da. Hin çaran got butçe tune. Hin caran sedemên cuda nîşan dan. Em di aliyê finansê de pirsgirêkên mezin dijîn. Ji 2009'an heta niha me hêj fîlmek neqedandiye. Me bi derfetên xwe ev fîlm amade kir. Ji ber ku me ji lijneya çandê piştgirî nedît me serî li gelê xwe da."
Karabey anî ziman ku ev fîlm wê piştgiriyê bide pêvavoya aştiyê. Her weha da zanîn ku projeya wan 4 salin berdewam dike û ji bo gelek mihrîcanan hatine vexwendin û got, "Me xelat girtin. Me piştgirî ji mihrîcanên fîlmên Cinelink ya Saraybosna, Paris Project û Cannesê girt. Lê ji bo em fîlmê xwe nîşanî mihrîcanekê bidin divê em fîlm temam bikin. Karabey, da zanîn ku sînemahez bi riya navnîşana malpera "http://www.indiegogo.com/projects/sesime-gel-come-to-my-voice-were-denge-min/x/3352812" dikarin alîkariyê bidin wan.
Çîroka fîlm
Di film de çîroka dayikek pîr ku li serê çiyê di nava lûtkeya çiyayê bi berf de tê vegotin. Dayika Berfe û neviya wê Jiyan di nava şert û mercên jiyanê ên zahmet de xwe dibînin. Temo li gel zilamên gund ên dinê bi hinceta çek veşartine ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin. Dixwazin ku dayik û pîra wî îfadeyê îmze bikin ku Temo çek veşartine. Lê Berfe û Jiyan ne çek veşartine û ne jî agahiya wan ji tişteki heye.
DÎCLE MUFTUOGLU/DÎHA/AMED