Di çarçoveya rizgarkirina sivîlên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 20 sivîl ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Tîmên taybet ku sivîl gihandin cihên bi ewle, rizgarkiriyên birîndar jî yekser rakirin noqteyên tenduristiyê. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku heta niha tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê bi hezaran sivîlên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirine û ew gihandine cihên bi ewle.
Êrîşên çeteyan têk çûn
Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate destpêkirin, dewam dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, 2 wesayitên bombebarkirî hatin rûxandin û 4 çete hatin kuştin. Li taxa El Berîd a bajêr, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 4 çete hatin kuştin, 2 wesayitên bombebarkirî jî hatin rûxandin. Şer li taxa Diriya ya li rojavayê bajêr jî diqewime.
Li gel şerî, şervanên QSD’ê li herêmên rizgarkirî operasyonên lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan didomînin. Li taxa Nezlet Şehade ku beriya niha bi demeke kin hate rizgarkirin, di dema lêgerîn û paqijkirinê de gelek çek û cebilxaneya çeteyan ketin destê şervanan.
REQA