Rewşa Sûriyeyê ber bi talukeyê ve bi lez û bez diçe û her ku diçe asta tundiyê zêde dibeû pê re hejmara qurbaniyan zêde dibe. Piştî ku biryara Konseya Ewlekariyê ji alî Çîn û Rûsyayê ve hate vetokirin û yekitiya Ereban şandeya xwe ya çavdêran vekişand tundî û dijwar hê zêdetir bû û gav bi gav welat ber bi şerekî navxweyî yê dijwar ve diçe. Niha jî dîsa hewldanên ji bo çareseriyê bir iyên cuda tên pêşinyar kirin lê heta niha çiqasî ev pêşinyar ji hev cuda û bi nakokî bin jî di tevan de tiştekî hevbeş heye ew jî tev li dijî mudaxeleya leşkerî radiwestin. Her wiha hin nûçeyên derbarê bazarên nû yên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de tên belavkirin. Çîroka Husên Hermoş, subayê ku Tirkiyeyê ew teslîmî rejîma Esad kir hê nehatiye jibîr kirin. Niha jî tê gotin bazarek di navbera istixbarata Tirk û ya sûrî de heye ku hin endamên istixbata Tirk ên li Sûriyeyê girtî bi hin leşkerên ji artêşa Sûriyeyê veqetyayî ên endamên (Artêşa Azad) bidin guhertin.
Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî
Sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Bon Kî Mon da xuyakirin ku Yekitiya Ereban dê dîsa şandeya xwe ya çavdêran bişîne Sûriyeyê. Ban Kî Mon got ku sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban Nebîl El Erebî lê geriyaye û jê re gotiye ku ew dixwazin dîsa şandeyekê bişînin Sûriyeyê lê vê carê dixwazin şandeyek hevbeş a Yekitiyê û NY’yê be. Ban Kî Mon got ku pêwîste her kes bi pêwîra mirovahî ya dikeve ser milê wî rabe û astengkirina biryara Konseya Ewlekariyê bêtir ceger da rejîma Sûriyeyê ku xelkê xwe bikuje.
Banga Rûsyayê
Rûsyayê ku biryara konseya ewlekariyê ya derbarê Sûriyeyê de bi vetoya xwe bêbandor kir niha ew j îli gorî xwe lir iyên çareseriya aştyane ya bi diyalogê digere. Rûsyayê bang li hemû welatên ku dixwazin çareseriyekê ji vê aloziya Sûriyeyê re bibînin kir û got werin em bi hevre lir iyên çareseriya aştyane bigerin, bila her welatekî ku bandora wan li ser aliyekî muxalefeta Sûriyeyê heye wî alî mecbûr bike ku were bi diyalogê vê pirsê çareser bike ne bi çekan û xwînrijandinê. Her wiha serokwezîrê Rûsyayê li serokwezîrê Tirk geriyaye û jê xwestiye ku bibin alîgirê çareseriya aştiyane ya bi diyaloga di navbera hemû aliyên muxalefetê de.
Sîxurên Tirk hatin girtin
Hate îdîakirin ku li Sûriyeyê 49 sîxûrên Tirk ên ku bi dizîka li Sûriyeyê dixebitîn, hatine girtin û ji bo serbestberdana vana di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de muzakere hatine kirin.Rojnameya L'Orient Le Jour a li Libnanê weşanê dike, di nûçeya xwe ya dispêre Radoyay FM a Şamê, li Sûriyeyê 49 sîxûrên Tirk li Sûriyeyê hatin girtin, û ji bo serbestberdana sîxûran di navbera her du welatan de muzakere tê kirin.
Radyoyê di nûçeya xwe ya 7’ê sibatê hate weşandin de got; “Sûriyeyê ji bo serbestberdana vana sê merc pêşkêş kiriye: Tirkiye dê sûbayên Sûriyeyê yên bûne endamên Artêşa Sûriyeya Azad, Dê Tirkiye dawî li derbasbûna Artêşa Sûriyeya Azad bo xaka Sûriyeyê û dê dawî li perwerdekirina endamên vê artêşê bîne.”
Hate diyarkirin ku rêveberiya Şamê, ji bo pêkanîna danûstandinên di navbera her du welatan de daxwaz kir Îran şahidiyê bike.
ŞAM