Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê, Medya Mawa û gerîla Akîf Brûsk li Bagokê şehîd bûne.

HPG´ê agahî wiha parve kir: “27’ê Îlonê, artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Badibê yê Bagoka Mêrdînê bi wesayîtên hewayî yên bê mirov û wesayîtên zirxî operasyonek da destpêkirin. Hêzên dagirker di 30’ê Îlonê de qad bi helîkopter û balefirên şer bomberdûman kir. Piştî bomberdûmanê di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şer çêbû. Di vî şerî de Endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa û rêheval Akîf Brûsk şehîd bûn.”

Nasnameyên cangoriyan jî wiha hatin parvekirin:

Medya Mawa (Emîne Kaya) ya li Mêrdînê ji dayik bûyî;

 

Akîf Brûsk (Mahmût Ozdemîr) ê li Mêrdînê ji dayik bûyî.

   

YJA STAR: Em ê tola şehîdan rakin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa û gerîla Akîf Brûsk bi bîr anî.

Fermandariyê bi bîr xist ku Medya Mawa û gerîla Akîf Brûsk bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne û soza xurtkirina têkoşînê da: “Em rêhevalên xwe Medya Mawa û Akîf Brûsk bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê wan de em soza xwe ya geşkirina berxwedanê dubare dikin.”

YJA Starê bi bîr xist Medya Mawa sala 1992’an tevlî nav refên gerîla bûye û “Li her dera ku çûyê, rêhevalên wê jê hez kirine û bi tecrûbeya xwe ya mezin ji hevalên xwe re bûye mînak.

Em careke din di şexsê rêheval Medya û Akîf de hemû şehîdên berxwedanê bi bîr tînin. Dilsoziya bi wan, bibîranîna wan re soza me ya serfiraziyê ya ji bo hemû şehîdan e.”

 

ANF/BEHDÎNAN