Helbet ji serdema mezolîtîk û heta beriya wê jî mirovan û xizmên wan ên du lingî, li ser dîwarên şikeftan yan jî hin palên rast ên zinar û çiyayan dest bi resmê kiriye; ango yek ji kevintirîn hunerê mirovan e resm. Şêwekarên hingê muhtemel e ku hewl dabin dinyayê û hebûna xwe fêm bikin û manedar bikin. Ango ew hizra mucered (abstrakt) a li pişta wan hunermendan xwe digihîne manewiyatekê û pê re jî dîn. Ev huner ji holê ranebû û roja me ya îro jî li gelek deverên dinyayê hunerên serdema me (weke modern û postmodern tên bi navkirin) yên ku li ser vê rêyê ne dewam dikin. Ji graffiti heta bi murals (wêneyên li ser dîwarên derve yên avahiyan) mînakên vî hunerî ne. Banksymus Maximus Lê belê, gelo mirov dikare wan resm û xêzên hin kes bi zanîn li ser dîwarên bajaran dikin jî weke huner bibîne û bisinifîne? Bi herhalî hunermendê navdar Banksy ê ku resmekî şêwekar û rojnamevan Zehra Dogan a ji ber wêneyê resmkirî 2 sal û 9 meh û 22 rojan li ser dîwarekî New Yorkê jî xêz kiribû, beriya bi salan bi henekî jî be, bi teknîka serdema Mezolîtîkê resm çêkiribûn. Yek ji van resman jî beriya bi 13 salan bi dizî li British Museum danîbû ku îro bi metneke qerfî bi dîwarê muzeyê ve hatiye daliqandin. Metn bi gotinên, “Ev mînaka baş parastî ya ji serdema Piştî-Cataconic a hunerê besît, mirovên berê nîşan dide ka çawa berê xwe didin erdên nêçîrê ên li kevî û derveyî bajêr. Hunermendê ew çêkirî bi mexlesa Bankszmus Maximus tê naskirin û li seranserê Başûrê Ingilîstanê gelek berhemên hunerî afirandinê, lê derbarê wî de ji vê û pê ve kêm tişt tên zanîn.” Sîwaxkirina ser berhemên hunerî Di metna qerfî ya li muzexaneyê de her wiha hatiye gotin, pirraniya berhemên wî ji aliyê zabite û karmendên şaredariyan ve hatine xirakirin û ser wan hatiye sîwaxkirin û ev zabite bêkêr in ku nirxê hunerî û dîrokî yên van berheman nas bikin. Ev qerfa dawî û bi qerfî bi temamî cih dana vî hunermendî helbet mafek e, nexasim jî heger hunermend bi xwe bi dizî berhemeke xwe li muzexaneyê danîbe. Lê di vê berhema xwe bi xwe de rexneyeke cidî li civaka bajarî û mirovê bajarî bigire û di nava qerfê de ev rexne bi temamî bê wendakirin jî ya rastî neheqiyek e. Em vê neheqiyê dewam bikin, lê hûn jî li wêne binihêrin û tê derxin bê rexneya hunermend çi ye! LONDON