HPG: Artêşa Tirk li herêma Amediyê 4 mirovên me bi zanebûn şehîd kirin. Bi navê HPG´ê em radigihînin ku pirsîna hesabê van mirovên me yên hêja, yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser komkujiya dewleta Tirk a li Dêralokê, daxuyaniyeke nivîskî da. HPG´ê diyar kir ku dewleta Tirk bi balafirên şer bi zanebûn û bi qest êriş biriye ser sivîlên Başûrê Kurdistanê û di encama êrişê de çar sivîl şehîd bûne.

Di daxuyaniya xwe de HPG´ê got, “Artêşa Tirk a dagirker, 23’ê Çile bi balafirên şer bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê û mintiqeya Reşava ya Dêralokê, devera Qesrokê ya herêma Heftanînê barandin. Êrişê ti zerar negihand hêzên me yên gerîla, lê belê li mintiqeya Reşavayê 4 welatiyên me yên sivîl ên bi navê Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlqadir ên li Çemê Zê masî digirtin, ji ber bomberdûmanê şehîd bûn. Dewleta Tirk, mirovên me yên sivîl bi koordîneya 4 balafirên keşfê bi zanebûn kirin hedef.”

Polîtîkayeke plankirî ye

HPG´ê got, ev bûyer nîşan didin, armanca mêtingeriya dewleta Tirk a dagirker, ew e ku li Kurdistanê tiştekî bi navê Kurdayetiyê nehêle, hemû nirx û destketiyên Kurdan ji holê rake. HPG´ê wiha dewam kir: “AKP ku ji aliyekî ve bi dehan bi baregehên xwe yên eskerî di pratîkê de gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, li aliyê din bi çekên ji teknolojiya pêşketî komkujiyan li mirovên me yên sivîl dike. Ev rastî nîşan dide ku dijminatiya xwe ji PKK’ê jî wêdetir e. Eşkere ye ku bi rêya van êrişan dixwaze çavê gelê Başûrê Kurdistanê yê cefakar bitirsîne û encama polîtîkayeke plankirî û zanebûn ev êriş tên kirin.

Em ê hesab bipirsin

HPG´ê di dawiyê de balkişand ser komkujiyên dewleta Tirk yên van salên dawiyê û got, “Di êrişên 3 salên dawiyê de tenê li herêma Amediyê nêzî 20 mirovên me bi zanebûn hatin şehîdkirin. Ev yek ji aliyê ti welatparêzekî Kurd ve nikare bê qebûlkirin. Bi navê Hêzên Parastina Gel (HPG) em radigihînin ku pirsîna hesabê van mirovên me yên hêja, yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e.

Li ser vê bingehê, em ji malbatên Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdûlaqir ên di vê êrişa giran de şehîd bûn û ji gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku bi mezinkirina têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.”

 

ANF/BEHDÎNAN

 
 

Dîsa 4 can

Doh bi şev balafirên şer ên atêşa Tirk Geliyê Reşava yê bajarokê Dêralokê ya Amediyê ya ser bi Dihokê, bombebaran kir. Di encama êrişê de 4 sivîl şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn. Azad Şahîn, Azad Mecîd Seyfo, Rêdar Mihemed Tahîr û Wahîd Ebdulqadir ên ku masî digirtin li ser Çemê Zê di êrişê de şehîd bûn. Doh du şehîd hatin oxirkirin, cenazeyên du şehîdên din hîn li cihê bombebaranê maye.

Ji ber ku êrişên dewlata Tirk yên li herêmê dewam dikin, agahiya derbarê 4 şehîdan de bi temamî nehatiye piştrast kirin û cenazeyên 2 şehîdan nehatine weşartin.

Goran, Nifşê Nû û PDK’ê Tirkiye rûreş kir

Nifşê Nû û PDK´ê bi dauyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li dijî sivîlan rûreş kir. Koma PDK’ê ya li parlamena Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa dewleta Tirk şermezar kir û nerazîbûn nîşan da.

Êrişên xwe rawestîne

Serokê Koma Tevgera Gorran, Elî Heme Salih jî êrişa dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku êrişa dewleta Tirk binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Heme Salih ji Tirkiyeyê xwest ku demildest êrişên xwe rawestîne.

Êriş li dijî mafê mirovan e

Parlementerê Nifşê Nû, Mem Burhan Qane jî nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk ya li dijî welatiyên Dêralokê da û got, “Em li dijî her cure êrişa li dijî Hêrêma Kurdistanê ne. Ew êriş li dijî qanûnên navneteweyî ye.”

Di sala 2018’an de zêdeyî 21 welatiyên sivîl di encama êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn.

 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ