Ev çend roj in dîsa daxuyaniyên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ zêde bûne. Him bevdevkên Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) him jî yên hikûmeta Tirk her roj daxuyaniyekê derbarê vê yekê de didin û bahsa berdewamiya pêvajoyê dikin.
Bi taybetî bahsa sazkirina sekreteryayekê û heyeteke çavdêriyê ya ku bi 20-30 kesan ve pêk bê tê kirin. Nermahiya uslûbê HDP’iyan Kurdan hinekî bihêrs bike jî, helbet ew daxwaza xwe ya bilindkirina hêviya çareseriyê ya bi rêyên diyalogê tînin zimên. Lê êdî gotinên hevdîtên li Îmraliyê zêde heyecanê nade xelkê. Gorî gotina Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş, rêberê xelkî Kurd Abdullah Ocalan jî aniye ziman ku tenê bi hevdîtinan wekî yên heta îro pêvajo bi pêş ve nare û gereke hikûmet êdî gavên pratîkî bavêje...
Serokomar, Serokwezîr û wezîrên Tirk jî mîna HDP’iyan her roj dubare dikin ku ew di pêşxistina pêvajoya çareseriyê de bi israr in. Di heman demê de hêla Tirk di her daxuyaniyê de, hêla Kurd bi xerakirina pêvajoyê tawanbar dike. Ev daxuyaniyên berdevkên Tirk jî Kurdan naxe nava tu heyecanê. Kesekî ku ji dûr ve van daxuyaniyan guhdar bike, wê bêje qaşo pêvajoya çareseriyê qey tenê Kurdan elaqedar dike!..
Hikûmeta Tirk him pêvajoya çareseriyê him jî polîtîkayên xwe yên bi Kurdan re pêwend giştan bi uslûbekî dijkurd û nijadperest bi rê ve dibe. Bi ti awayî hêviyekê nadin xelkê ku ew bi rastî xwedî nexşerêyeke bo çareseriya pirsgirêka Kurd in. Niha çend gavên pratîkî bên avêtin jî, Kurd wê dîsa bi dudilî meseleyê bişopînin. Ji xwe dema ew bahsa pêvajoya çareseriyê dikin, pirsgirêkê tenê bi ‘çekdanîna PKKê û li Bakurê Kurdistanê pêkanîna kontrola leşker û polîsên Tirk’ didin nasandin. Yanî pirsgirêkê wekî jiholêrakirina vîna Kurdî û jinavbirina tevahiya nirxên Kurdewarî li ser jiyana Kurdan a wekî beriya têkoşîna 40 salî, hiltînin dest.
Ne tenê di axaftinê de, di pratîkê de jî hikûmeta Tirk niyeta xwe ya dijkurd bi her awayî radixe ber çavan. Him li Bakur him jî li beşên din ên Kurdistanê di nava hewldanên jiholêrakirina destketiyên Kurdan û lawazkirina hêza Kurdî ya siyasî û leşkerî de ye. Ji DAİŞ’ê re bo êrîşbirina ser Kurdan her alîkariyê dide, lê Kurdên Rojavayî yên ji DAÎŞ’ê direvin û dixwazin derbasî Bakur bin li ser sînorê dikuje. Gorî  Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî  ji Kanun a 2013’an heta Tebax a 2014’an 17 Kurdên Rojavayî ji hela leşkerên Tirk ve li ser sînora Bakur-Rojava hatine kuştin.
Li hinda vê yekê, piştî çalakiyên protestoyî yên li ser gotina Serokomarê Tirk Recep T. Erdogan ê wek, “Kobanê ha ket, ha wê bikeve!” destpêbûyî û tê de ji 40’î zêdetir Kurd ji hêla polîs û hêzên tarî yên girêdayî îstîxbarata Tirk ve hatibûn kuştin, heta niha 2 hezar 500 aktîvîstên Kurd hatine binçavkirin û ji wan dora 700’î hatine girtin. Yanî tam ‘qirkirineke siyasî’ li dar e!..
Siyaseta legal a Kurdî di mijara pêvajoya çareseriyê de zêde bahsa vê tabloyê ‘qirkirina siyasî’ neke jî, dewlet bi her awayî di siyaseta xwe ya kilasîk de bi israr e. Him bahsa ‘çekberdan û tevlîbûna siyaseta demokratîk’ tê kirin, him jî bona siyaseta demokratîk tu kesî li derve nahêlin!.. Siyasetmedarên Kurd; endamên aktîf ên HDP’ê û DBP’ê (Partiya Herêmên Demokratîk) giştan dixin girtîgehê... Hikûmeta Tirk bi gotina ‘ewlehiya giştî’ ti ewlehiyê ji Kurdan û ji siyaseta Kurdî re nahêle. Di rewşeke wisa de, tu wateya niqaşa wek ‘nizamim kî tevlî hevdîtinên bi birêz Ocalan ên li Îmraliyê dibe an kê wê bibe’ jî namîne.
Siyaseta Kurdî divê ji pratîkê qut nebe. Divê xelk ne bi niqaşên xeyalî, berovajî bi xebat û gavên pratîkî bê bimoralkirin û bi motîvekirin. Libendêmayîn çiqas dirêj be, hêviya xelkê jî wê ewqas lawaztir be. Ji ber vê yekê, di atmosfera îro ya ku Kurd bi her awayî wek xelkekî xwedî têkoşîneke meşrû û demokratîk tên dîtin de, bêdengiya li hember ‘qirkirina siyasî’ ya dewleta Tirk wê firsendan ji dest bide revandin. Gerek e herkes hişyar be!..