24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” û “Bi ruhê berxwedana xweseriyê ber bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ve” tê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li Kurdên li Ewropayê dijîn bi taybetî jinan kir, ku bi rengê xwe li Kolnê amade bin û daxwaza azadiyê bilêv Li ser navê TJK-E daxuyaniyek hat weşandin û hat ragihandin, hêzên navneteweyî li dijî reng û çanda gelan şer dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dema heyî, di şexsê gelê Kurd de dema parastin û pêkanîna azadiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Sîstema kapîtalîst a heyî û hêzên desthilatdar ên navneteweyî, li dijî gelan, çand û nasnameyan şerekî giran dimeşînin.”
‘Em têkoşîna azadiyê geş bikin’
TJK-E bibîr xist, ku aliyê bingehîn ê sîstem û zîhniyeta netewe dewletê, ‘yek milet, yek zîhniyet, jiyana bi yek rengî, yek ziman yek çand’ e û wiah dewam kir: “Pêwîste em nîşan bidin ku rengên cuda dewlemendiya jiyanê ye û em xwedî li nirxên xwe derdikevin.”
Di dewama daxuyaniya TJK-E de işaret bi girîngiya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî hat kirin û hat gotin, “Kurdên li Ewropayê dijîn, her sal bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî e hem xwedî li nirxên xwe yên çandî-nasnameyî dedikevin, hem jî van didin jiyîn. Ev yek sekn û helwestek li dijî hemû polîtîkayên li ser tên ferzkirin e.
Ev rewş îsal jî bi heman awayî dewam dike. Em bang li jinan dikin ku bi kincên xwe yên gelêrî, her wiha bang li ciwanan, gelê xwe û hemû dostan dikin, ku beşdarî Festîvala Çanda Kurd a li bajarê Koln ê Elmanyayê bibin û reng bidin festîvalê.”
‘Em li Kolnê bersivê bidin faşîzmê’
Konseya Civakên Kurdistanî yên Demokratîk ên Hollandayê (DEM-NED) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî a 24. ku wê veguhere meşa mezin û mîtîngê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di pêvajoyeke dijwar, kaotîk û şerê giran re derbas dibin û êrîşên qirker, girtina rojnameyan, zext û qirkirinên siyasî, dagirkirina Rojava hate bibîrxistin.
DEM-NED diyar kir, ji bo ku hesabên dewleta Tirk, hêzên ji kuştinê berpirsyar têk bibin, divê kedakar, çewisandî, şoreşger û hêzên demokrasiyê bibin yek û wiha got: ‘’Kurdisyaniyên ku li Ewropa dijîn û dostê wan divê bi awayekî xurt tevlî Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî a 24. ya di 3’yê Îlonê de bibin. Bersiva me ya herî baş e ya li dijî mêtingerî, zext, komkujî, paşverûtî, yekparêziyê û cihêkariyê wê ew be ku em 3’yê Îlonê de li Kolnê bin.’’
KOLN