8’ê Adarê li Binarê Qendîlê bi tevlîbûna sedan jinî hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li gundê Dêra Kotirê ya Binarê Qendîlê hat lidarxistin.
Ji hemû deverên Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê jin herikîn meydana pîrozbahiyê. Her wiha ji Rojhilatê Kurdistanê jî gelek jin beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Qada pîrozbahiyê bi alên PKK-PAJK- KJK-KCK- RJAK-Tevgera Azadî û posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên jin yên şehîd hat xemilandin.
Bi navê Komîeteya Amadekar Hevseroka Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, Gulale Mihemed xêrhatina mêhvanan kir. Paşê peyamên Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) û RJAK´ê hatin xwendin. Her wiha li peyama bi deng ya Fadîle Tok a ku ev 52 roj in li Mexmûrê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, hat guhdarîkirin. Di peyaman de azadî ji Ocalan re hat xwestin û banga geşkirina berxwedanê li tevahî jinan hate kirin. Koma Kevana Zêrîn a Mûzîkê, Koma Def ya Sehr El Werd, Hunermend Nermîn Reza û Koma Govendê ya Şehîd Destîna derketin ser dikê.
ROJNEWS /QENDÎL