Rêxistina Damezrawa Kokar li bajarê Kerkûkê pêngaveke çêkirina wêneyan li ser dîwarên bajêr û cihên giştî yên bajêr da destpêkirin. Ciwan dixwazin bi çêkirina wêneyan, rengê xuya yê bajêr bedew bikin û peyama aştî û jiyana hevbeş bidin.

Komek ciwanên Kurd, Ereb û Tirkmen, li bajarê Kerkûkê pêngaveke çêkirina wêneyan li ser dîwarên bajêr û cihên giştî yên bajêr dan destpêkirin. Pêngav bi pêşengiya Rêxistina Damezrawa Kokar ve hatiye destpêkirin û gelek ciwan beşdarî vê pêngavê bûn.

Ciwanê bi navê Mihemed Ebdulxaliq li ser pêngava wêne çêkirina ser dîwaran got, “Em weke xwebexş beşdarî vê pêngavê bûne û ev 2 roj in ku em li ser dîwarên Nexweşxaneya Penceşêrê ya Kerkûkê wêneyan çêdikin. Hemû wêne peyama aştî û jiyana hevbeş didin. Armanca me ciwankirina rengê xuya yê bajêr û gihandina peyama jiyana hevbeş a bajêr e.”

Ciwanek din a bi navê Nur Serdar li ser armanca pêngava wêneçêkirinê axivî û got, “Me vê carê xwest em dîwarê Nexweşxaneya Penceşêrê boyax bikin. Hewldanên me hemû ji bo ku em peyameke baş bidin û li ser dîwaran wêneyên ciwan çêkin.”

Rêxistina Damezrawa Kokar sala 2016’an hatiye damezrandin. Her sal li cihekî karên xwe bi rêve dibin û kom ji hemû neteweyên cûda yên bajarê Kerkûkê pêk tê.

 

ROJNEWS / KERKÛK