
Mamosteyên KPC-D´ê li bajarê Dêrikê di warê eskerî de perwerde dibin da ku karibin xwe û welatê xwe biparêzin.
Rêveberiya peymangeha zanistên perwerdeyê ya bajarê Dêrikê ji bo 150 mamosteyan perwerdeya çawaniya bikaranîna çekê vekir. Perwerde di bin çavdêriya HPC-JIN de li navenda Şehîd Bawere ya YCR’ê hat dayîn û tê de girîngiya xweparastinê, çawaniya bikaranîna çekê, hat şîrovekirin.
Ji endamên rêveberiya peymangehê Ferîde Îbrahîm anî ziman ku xweparastin rêgezeke bingehîn a rêziknameya Tevgera Ziman û Perwerdeyê ye. Ferîde her wiha anîz ziman ku mamosteyan girîngiya xweparastinê û xwe-amadekariya ji bo rewşên awarte, nas kiriye.
Mamosteya bi navê Diyala Mişo jî da zanîn ku fêrbûna bikaranîna çekê ji bo parastina xwe, malbata xwe û welatê xwe girîng e, û wiha peyivî: ̋Em niha dikarin çekê bi kar bînin, bi vê yekê moralê me bilind bû û em bi hêza xwe bawer in ku em dikarin xwe biparêzin."
ANHA / DÊRIK