STÊRA NEBÎ / ANHA/KOBANÊ

Bi sedhezaran welatiyên Rojhilat û Bakurê Sûriyê li Kobanê li dijî dagirkeriyê li berxwe didin.Pêkhateyên Ermen, Ereb, Aşûr, Kurd, Siryan û Turikmen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bangewazî li dewletên navnetewî bikin meşiyan.Çalakvanan gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûreşkirin û bêdengiya dewletên navnetewî rexne kirin.

‘Em ê êrîşan têk bibin’

Hevserokê desteya kar û berên Rêveberiya Xweser yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El- Maşî li ser mijarê  axivî û got: “Me cawa li Efrînê li ber xwe da û DAIŞ têkbir em ê dîsa li ber xwe bidin. Ev axa ku bi saya xwîna şehîdan hatiye avakirin, em ê bi projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan van êrîşan jî têk bibin.”

Îrada me xirte

Her wiha ji pêkhateya Ermen Kewser Hisên jî diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Erdogan serî hildin û wiha axivî: “Îradeya me mezine û serkeftin ê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.”

‘Kesek nikare  vîna me bişkîne’

Cîgera hevserokên navçeya Çelebiyê Meyada Ehmed jî got, “Em hatin gel hev ku em ji tevahî cîhanê re bêjin kesek nikare vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne. Em amedene  li dijî kesên dixwazin axa me dagirbikin li berxwe bidin.”

Em bi YPG/YPJ û QSD’ê re ne

Parêzerê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdelah El- Eryan jî destnîşan kir ku li dijî dargirkeriyê wê li kêleka şervanên YPG/YPJ û QSD’ê bisekinin, wek Efrîn û Kobanê li ber xwe bidin.