Jinên îranî bi riya înternetê têkîliyê bi rêxistinên jinan û jinan re datînin û pirsgirêkên xwe tînin ziman û feraseta debthilatdar a zilaman û di makeqanûn û qanûnan de heyî dixwazin teşhîr bikin. Jinên ku ji rêvebera ÎHD'a Edeneyê Yuksel Aslan re mail şandin û bal kişandin li ser Makeqanûna Komara Îslamî ya Îranê û madeyên qanûnan ên li dijî jinan. Aslan der barê maila ku jê re hatiye de wiha got: "Li Îranê pirzewacî di qanûnan de heye. Heta bi çar jinan re zewac bi makeqanûnê hatiye parastin. Dema ku jin li Îranê bêyî ku serê xwe bigirin ji 2 mehan heta 10 mehan cezaya girtîgehê li wan tê birin. Ji 50 hezar tumenî heta 500 hezar tumenan jî cezaya pere tê dayîn. Di qanûnan de serê xwe girtin nehatiye tarîfkirin jîb Lê di vî warî de biryar û ceza ji bo însiyatîfa dadgehan hatiye hiştin."
Aslan diyar kir ku jin bi nirxên civakî yên di sedsalên 5'emîn û 6'emîn de têne kontrolkirin û wiha berdewam kir: "Pirsgirêkên ku jin tînin ziman wiha ne; mafê welayetê, mafê şahidiye, temenê mezinbûnê, têkîliyên zayendî, bedela xwînê, di jiyana hevpar de kolekirina jinan, mafên veqetînê, mafên mîrate û mal, mafên zarokan ên welatîbûnê, mafên bicihbûnê, tacîz, tecawîz û hwd. jinên îranî di van mijaran de xwedî mafan nîn in û sîstema Îranê li dijî jinan cudakariyê dike. Ji ber vê yekê jî dijberiya jinan û binpêkirina mafên jinan siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ye. Libendêmayina sererastkirina ven qanûnan xeyaleke vala ye. Lê ancax bi hilweşandina vê sîstemê li Îranê wekhevî dikare pêk bê."
HAMDULLAH KESER - DÎHA/EDENE