Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ku ji herêmê ragihandin şervanên Hêzên QSD’ê di çarçoveya operasyona ku li başûrê Hesekê daye destpêkirin de, 2 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di pevçunan de 20 çete hatin kuştin.
Li gorî ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma ragihandine doh di saetên serê sibehê de gundê Bosa Rojhilat û gundekî ku navê wî nehat fêrbûn û dikeve bakûrê gundê Mekasim Colan ji çeteyan paqij kirin.
Di pevçûnên li van herêman de 10 çete hatin kuştin, her wiha çekek BKC, roketavêjek B7, doçkayek 12,5, 500 guleyên doçkayê, çekek M16, obusek, qaîdeyek doçkaya 12,5 hatin desteserkirin.
Li aliyê din li duryana Xatuniyê di encama pevçûna di navbera hêzên QSD’ê û çeteyan de 10 çete hatin kuştin.
Riya Holê û Xatûniyê hat paqijkirin
Gorî ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, QSD’ê doh danê sibê riya setratejîk a di navbera bajarokê Holê û gundê Xatûniyê de ji çeteyan paqij kirin. Çeteyan hewl dan ku bi tirimpêleke bombebarkirî êrîşî şervanên QSD’ê bikin, lê tirimpêl ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rûxandin. Di encama şer û pevçûnên li herêmê derketin de, şervnaên Hêzên Sûriyeya Demokratîk gundên Ennezla û Şerabiyîn ên li başûrê Hesekê tevî du gundikan ji çeteyan rizgar kirin. Di van pevçûnan de 11 çete hatin kuştin di nava wan de du emîr hebûn. Emîrên çeteyan ên li derdora Xatûniyê hatine kuştin yek ji wan Ebû Xettab El-Iraqî û yê din jî Ebû Xalid El-Tûnisî ye.
Doh serê sibê jî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de pevçûn derketin, di encamê de 5 çete hatin kuştin. Çeteyan hewl dan ku bi awayekî întîharî êrîş bikin û operasyona QSD’ê bidin sekinandin, lê hewldana wan vala hate derxistin.
HESEKÊ