CÎHAN BÎLGÎN / ANHA/HESEKÊ

Pêkhateyên navçeya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bergiriya kolana xwe dikin. Xelkê navçeyê yê bi roj karê xwe dikin bi şev jî parastina kolanên xwe dikin. Ji mamoste, terzî, firoşkar, dayikan heya melayên mizgeftê jî bi çek bûne.

Li kolanên Til Temirê melayê mizgeftê Sexir Xelîl sibehê li mizgeftê ye, bi şev jî xwe girê dide li kolanê ye.

Mela Sexir Xelîl tekildarî mozaîka navçeya Til Temir û baweriyên wê anî ziman ku li navçeya Til Temir 3 mizgeft hene, dêr jî 75 metre dûrî mizgeftê ye û got: “Li vir neteweya demokratîk hatiye pêkanîn, ne tenê gotin, li ser erdê em dibînin. Bi salan e em li vir bi hev re di nav aramiyê de ne. Nameya pêxember ku dibejê wekheviyê ava bikin, li navçeya Til Temir pêk hatiye.”

Xelîl tekildarî ewlehiya kolanan û erkê xwe yê parastinê got: “Ez sibehê heya êvarê li mizgeftê me. Paşê jî li kolanên xwe diparêzim. Em li dijî dagirkeriyê bi çêk bûne û welatê xwe diparêzin.