BAYIK: Çawa ku li dijî komploya navneteweyî ya sala 1999’an gelê me yê li Ewrûpayê pêşengî ji têkoşînê re kir, beriya her kesî rabû ser piyan, berdêl da û ruh da tevahiya gelê Kurd, divê niha jî li dijî komploya nû ya DYE’yê bi rola pêşengiyê rabe.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê ya li bajarê Elmanyayê Dortmundê re peyamek şand û got, “Divê gelê me yê li Ewrûpayê pêşengiyê ji têkoşîna li dijî komploya nû ya DYE’yê re bike.”
Ji bilî Dortmundê bi rasthatina salvegera damezrandina PKK´ê li bajarên Elmanyayê Hildesheim, Dusseldorf û Munchenê, li bajarên Fransayê Rennes û Motpellier, û paytexta Awusturyayê Viyanayê jî çalakî û pîrozbahî hebûn.
Salvegera 40. a damezrandina PKK’ê li Dortmundê hat pîrozkirin. Qisekeran di şevê de bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan, û biryara DYE’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê şermezar kir.
Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di pîrozbahiyê de bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan. Bayik got, “Damezrandina PKK’ê ji bo me û gelê me cejn e. Bi vê wesîleyê vê cejnê li Rêber Apo, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li dostên me, milîtan û xebatkarên PKK’ê pîroz dikim. Em deyndarê şehîdên xwe ne.”
Êrişa li dijî PKK´ê li dijî gelê Kurd e
Bayik bang li Kurdan kir ku li dijî biryara DYE’yê rabin ser piyan û got, “Çawa ku li dijî komploya navneteweyî ya sala 1999’an gelê me yê li Ewrûpayê pêşengî ji têkoşînê re kir, beriya her kesî rabû ser piyan, berdêl da û ruh da tevahiya gelê Kurd, divê niha jî li dijî komploya nû ya DYE’yê bi rola pêşengiyê rabe. Li hemû parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, bi taybetî gelê me yê li Ewrûpayê girîng e bi hemû derfetên xwe, ji 7 heta 70 salî li dijî vê komployê têbikoşe.
Gelê me îro li her derê dirûşma ‘PKK gel e, gel li vir e’ dibêje. Gelê me ev 40 sal in ku xwedî li PKK’ê derdikeve. Ji ber ku PKK’ê ji bo gelê Kurd dîrokek afirand. Her kes bû parçeyekî vê têkoşînê. Ji ber vê yekê êrişa dijî Rêber Apo û PKK’ê êrişa li dijî gelê Kurd e. Çi bi navê Kurd û Kurdistanê hebe, dixwazin tine bikin. Gelê me vê qebûl nake. Ji xwe di her şert û mercî de li ber radibe.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, çawa ku wan 40 salan xwe spartine hêza xwe û têkoşiyane, ji niha û pê ve jî wê bi hêza xwe û gelê xwe komplo û êrişan bişikînin.
Hunermend Seyîdxan, Xemgîn Bîrhat, Welat, Medenî û Axîn jî derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi heybet in
Li bajarê Hildesheimê pîrozbahiya bi heman armancê bi şiyara ‘Piştgiriya ji bo Efrînê’ hate kirin. Nêzî 1500 kesî beşdar bûn. Kurdistaniyan destûr neda provokasyona polîsên sivîl. Binevş, Bengî Agirî, Koma Volana Şoreşê, Celeviz, Dimlî Amed, Egîd Şengalî, Jiyan Qamişlo, Bavê Ronî, Ciwan Çewlig, Koma Rêdûr û Govenda Bakurê Elmanyayê derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Dusseldorfê, salvegera 40. a damezrandina PKK’ê bi heybet pîroz kir. Qederê 1500 kesî tevlî pîrozbahiyê bûn. Koma Arya ya govendê hunerê xwe pêşkêş kir. Siyasetvan Kemal Aktaş bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, “Jin, mêr, ciwan, extiyar divê em ji bo azadiya wî hewl bidin.”
Hunermend Sena Dersîmî, Xelîl Xemgîn û Hozan Şemdîn derketin ser dikê.
Salvegera 40. a damezrandina PKK’ê li bajarê Munchenê bi şevekê hate pîrozkirin.
NCDK a Munchenê û Komuna Jinê ya SARA pîrozbahî organîze kir û qederê 800 kesî beşdar bûn. Hunermend Rotînda, Hîvron, Çetîn Oraner, Zozan Zûdem, Gûerîlla Sîstem û Koma Avaşîn dekretin ser dikê.
Kurd wê vê komployê pûç bikin
Li bajarê Fransayê Rennesê, salvegera damezrandina PKK’ê li salona Espace Bel-Airê hate pîrozkirin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal cejna vejînê li Ocalan, malbatên şehîdan û Kurdistaniyan pîroz kir. Kartal diyar kir, Yekîtiya Ewrûpa bi nedîtina tecrîdê bûye beşek ji kiryara tecrîdê û ji bo biryara DYE´yî jî got, “Çawa ku sekna Rêber Apo û xwedîderketina Kurdistaniyan komploya navneteweyî pûç kir, berxwedana Kurdistaniyan a li her deverl wê vê yekê jî pûç bike.”
Hozan Farqîn, Hozan Aydin û hunermendên herêmî derketin ser dikê.
Cejna vejînê li bajarê Montpellierê jî hate pîrozkirin. Siyasetvan Xebat Ocalan salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “PKK wê bi pêşengiya Rêber Apo teqez wê bi ser bikeve.”
Mult Yalumdia jî li navê Alternative Libertaire axivî, Şoreşa Rojava silav kir û got, faşîzma li Rojhilata Navîn wê bi berxwedana PKK’ê û enternasyonal bişikê.
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, pîrozbahî li salona konserê ya VHS’ê pêk hat û nêzî hezar kesî beşdar bûn. Di pîrozbahiyê de komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hatin şermezarkirin.
Di şevê de ku Koma Rojava derkete ser dikê û sirûd û stran got, nûnerê Koma Sendîkaya Anarşîst jî axivî.
NAVENDA NÛÇEYAN