ARJÎN DÎLEK ONCEL / MA/AMED

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara dewleta Tirk a Amedê li dijî Komeleya Jinan a Rosa bi rêve bir de, gelek rêveberên komeleyê jî di nav de, 9 jê jin bi giştî 12 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş, binçavkirin û girtin şirove kirin û got, komeleya wan di hedefê deye.

Erguneş, anî ziman ku bi girtin û binçavkirinan dixwazin jinên li dijî tundiyê derdikevin bikin hedef û wiha axivî: “Di pêvajoyekê de ku saziyên jinan hemû hatin girtin, em bi armanca pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê komeleya xwe ava kir. Me xebatên li dijî tundiya jinê û îstîsmara zarokan bi rêve dibir û ev xebata xwe bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re aşkere dikir. Agahiya hêzên dewletê ji hemû xebatên me hebûn. Lê di rewşa heyî de em bi xebatên xwe tên sûcdarkirin. Sûcê me kiriye jî, di vê demê de me xwe gihand pir jinan. Ev ji bo me bû pirsgirêk û sûc. 2018an Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu hewl dabû ku rêxistinên jinan, xebatên jinan krîmînalîze bike. Dema ku em li dosyaya lêpirsînê ya darbarê hevalên me de hatiye vekirin û operasyona dawî mêze dikin, rastî dema Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû hatin ku jin weke hedef nîşan dabûn.”