
28 sal berê ango di 15’ê Tebaxa 1984’an de li hember zilma hezar salan pêngaveke şoreşgerî hat destpê kirin. Li hember zilmê guleya yekemîn hat teqandin. Guleya ku li hember zilma serdestan hat teqandin bi dehan salin roj bi roj pêş dikeve. Gelê Kurd di rojên dîrokî de derbas dibe, guleya yekem bû bingeha bi destxistina deskeftiyên mezin. Li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur, Rojhilat, Başûr berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Kurd bêtir nêzî şoreşê û deskeftiyên xwe bûne.
Piştî ku Partiya Karkerê Kurdistan (PKK), di 27'ê mijdara 1978'an de, di bin pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate avakirin, bi ked û fedakariya ku ji bo gel da, navê xwe di dîroka gelê Kurd de bi tîpên zêrîn nivîsand. Beriya ku hamleya 15'ê Tebaxê pêk bê, cûntaya 12'ê Îlonê pêk hatibû û gelek welatparêz, kadro û xebatkarên rêxistinê hatibûn girtin û di îşkenceyan re hatibûn derbaskirin.
Lê îşkence û zilma ku di girtîgehan de dihate kirin, berxwedaneke nû diafirand û ji bo pêşerojê vîneke serbixwe diafirand. PKK’ê piştî têkoşîn û berxwedana girtiyên zindana Amedê, di bin pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di 25'ê Tebaxa 1982'an de, li Wargeha FHKC'ê (Eniya Rizgariya Gelê Filîstîne) ku li nêzî sînorê Urdun û Sûriyeyê bû, 2'emîn Kongreya xwe li dar dixe.
Di vê kongreyê de pêvajoya dawî û armanca damezirandina partiyê û berxwedana milîtanên di girtîgehan de bi berfirehî tê nirxandin. Di encama hemû nirxandinan û pîvandina şert û mercên siyasî, biryara vegera welat tê girtin. Piştî Kongreya 2'emîn milîtanên PKK'ê derbasî Sûriyeyê dibin û li wir dest bi perwerdehiyeke nû dikin. Ji aliyekî ve ji bo destpêkirina şerê gerîla di wargehan de perwerde tê dîtin û ji aliyekî din ve jî li Kurdistanê amadekariya şerê çekdarî tê kirin.
Komên propogandayê
Ji bo vê jî xebatên keşf û îstîxbaratê tên meşandin. Di kongreyê de biryara avakirina Hereketa Rizgariya Kurdistan (HRK), tê girtin û şerê gerîla di bin vî navî de dest pê dike. Her wiha di 22'yê tîrmeha sala 1984'an de li herêma Lolanê ya başûrê Kurdistanê, biryara çalakiya çekdarî hate girtin. Li gorî biryarê dê di 15'ê Tebaxê de çalakî bihatana lidarxistin. Bi vê yekê re Komên Propagandayê yên çekdarî jî tên avakirin.
Li gorî planê, dê gerîla êvarê biketa navçeyan û avahiyên leşkerî dorpêç bikira. Piştre dê êrîş bihata kirin û çekên leşkeran ji wan bihata sitandin. Dê hemû avahiyên dewletê yên li navçeyan bihata desteserkirin û dê armanca çalakiyê, di anonsan de ji gel re bihata vegotin. Piştre dê ji bo berxwedanê bang li gel bihata kirin. Her wiha dê bi vê mebestê bi cihên herî qelebalix pankart bihatana daliqandin û belavok bihatana belavkirin.
Li ser vê xaka pîroz (Kurdistanê) ku vê xakê bi dehan şaristaniyên qedîm re malovaniyek kiribû, ev bi sedan sale şer û pevçûn kêm nebûne. Van şer û pevçûnên ku pêşengtiya wê netewe-dewletan dikir, gelek êşên mezin bi gelan dan kişandin û ev gelên ku xwedî çandeke qedîm bûn û çavkaniya xwe ji neolotîkê digirtin, ji hêla dewletên serdest û emperyalîst ve hatin tunekirin. Di komkujiyên gelek mezin re hatin derbaskirin, bi polîtîkayên mişextîkirinê re bi tevahiya cîhanê hatin belavkirin û li wan deran jî ji xwe re wekî kole dane xebitandin.
Pêngava şoreşgerî
Li hemberî vê bêexlaqiya netewe-dewletê, pêngavên şoreşgerî jî hatine afirandin. Ji van pêngavên şoreşgrî yek jî pêngava 15’ê Tebaxê bû. 15 Tebaxê di vê wateyê de, di serî de dîroka ku ji hêla serdestan ve hatibû neletkirin li hemberî hemû binketinan û li hemberî qîrkirinê bedelê wê çi dibe bila bibe di jiyana azad de israrkirin û biryara têkoşînekî bê dawî bû. 15’ê Tebaxê têkoşîna gelên enternasyonalîst e û xwedî armanceke dîrokî ye. Ev têkoşîna gelan a li dijî faşîzmê, di şexsê Mazluman, Kemalan, Hayriyan, Ferhatan, Egîdan, Erdalan, Bedranan, Bêrîtanan û Zîlanan de hebûnek daye afirandin.
Êdî gelên ku hebûna wan û çanda wan dihate înkarkirin, her wiha navên wan ji dîrokê ku ji hêla serdestên wan ve hatibû nivîsandin de hatibû reşkirin, bi têkoşîna pakrewana careke din derkektibû roniyê.
Pêşiya têkoşînê vekir
Ruh û giyana bi birdoziya Apoyî û bîrdoziya PKK’ê, hatibû hûnandin, li hemberî helwest û feresatên burjuwaya biçûk xwe bi giyana 15’ê Tebaxê derxistiye holê û îsbat kiriye. Her wiha derxistiye holê ku hêzên serdest ên navnetewî û hêzên dagirker nikarin hebûna gelan destnîşan bikin û wê gelê Kurdistanê bi Rêbertiya xwe û hêza xwe bi xwe li ber xwe bide û hebûn û azadiya xwe biparêze. Ji ber wê jî bûye rastî, nêrînên felsefîk û çanda çiyanî ya partî û bîrdoziya me. Bi vê giyanê îro pêşî bi tekoşîna azadiya jinê û serhildanên ciwana, gelê me hemû rabûye ser piyan û tekoşînek topyekun dimeşînin.
Gelê Kurd îro di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd de û di pêşengtiya Tevgera Azadiyê de, dîrokê ji nûva dinvîse û gelê ku tu baweriya wî ya jiyanê nebabû ji nûve bi rastiyên wiyên xwezayî re hevrû dike. Vî gelê bi têkoşîna 40 salî re diyar kir ku ew dikarin li hember hemû zoriyên ku derkevin pêşiya wan berteref bikin û hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin.
Qêrîna bi milyonan
Divê beriya her tiştî em wateya 15’ê Tebaxê baş zanibin. Ji bo çi pêwîstî bi hemleya 15’ê Tebaxê hate dîtin. Ev ji bo fêmkirina pêşeroja me jî gelekî girîng e. Gelên di hawêra komkujiyê de bin, ji bo xwe ji van komkujiyan biparêzin divê xwe ji pêngavên şoreşgerî re amade bikin. Rojên wiha dîrokî her dem mirovan di rastiya jiyanê re hevrû dikin. Mirovan dikin xwedî bawerî. Kesên ku ji rastiya xwe dûr bikeve û ji paşeroja xwe biqete, divê bizanibe ku ew di binê xetereyê de ye. Di vê çarçoveyê de em nêzîk bin, wê bê dîtin ku 15’ê Tebaxê ji bo macerayek be nehatiye kirin. Çi bû sedem ku 15’ê Tebaxê derkete holê û di kurahiya dîrokê de dixwestin çi veşêrin?
15’ê Tebaxê qêrîna bi milyona mirovên ku ji dîroka wî û ji çanda wî hatibû qetandin e. Gelê Kurd vê bê rûmetiya ku li ser wî dihate ferzkirin qebûl nekir. Hêzên serdest tenê ji bo Kurdan teslîmbûyîn, ji mirovbûyiyê derketin rewa didîtin. Lê gelê Kurd ji vê faşîzma serdestan re got êdî bes e û li hemberî vê têkoşîna hebûna dan destpêkirin.
Ocalan 15’ê Tebaxê çawa dinirxîne
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrînên xwe yên derbarê 15’ê Tebaxê de wiha tîne ziman: “15’ê Tebaxê ji bo hebûna Kurdan misoger bike pêngaveke dîrokî bi xwe re da destpêkirin. Pirsgirêka Kurd ji şer û pevçûnan re rû bi rû mayîn, para faşîzma 12’ê Îlonê jî heye. Pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka nasnamê û birdoziyê derket, îro bûye pirsgirêka şer û pevçûnê. Ev hemû ji ber feraseta înkar û îmhayê ya faşîzma 12’ê Îlonê ye. Di bingeha vê de feraseta dewletê ya înkar û îmhayê radizê. Pêşketina hemleya 15’ê Tebaxê divê mirov di vê çarçoveyê de binirxîne. Hemle ji derveyê rixistineke rizgarî, hebûna xwe diyar kirin û berdewamkirin e.”
Polîtîkaya înkar û îmhayê tenê ne bi veşarî û ne bi nuxumanî hatiye meşandin. Vê polîtîkaya înkar û îmhayê di nava 80’ê salî de Kurd ji nasnameya wan û ji hebûna wan dane biyanîkirin, li hemberî vê biyanîbûnê hemleya 15’ê Tebaxê gelekî bi wate ye, bi vê pêngava şoreşgerî re gelê Kurd hebûna xwe ji nûve hîskir û xwedîderketinek netewî bi xwe re afirand. Kurd bi darê zorê ji hebûna wan hatine durxistin. Ev xwe înkarikirina bi darê zorê, ji ber derfetên aborî û hwd, bi giranî bi Kurdan dane qebûlkirin.
Îro civakeke ji hebûna xwe biyanî bûye li holê ye. Hemleya 15’ê Tebaxê vê biyanîbûnê ji holê radike û polîtîkaya îmha û înkarê pûç dike. Divê bê zanîn ku ev bi giranî jî bi ser ketiye jî. Yanî Kurd dîsa êdî rûyê rojê dibînin, êdî ji hebûna xwe hayadar e, êdî xwedî ralîteyekî ye. Ev ji hêla dewletan ve jî tê qebûlkirin. Ema qebûlkrin nayê wê meneyê ku pirsgirêk çareser bûye. Heta niyetên çareseriyê dernekevin holê, şer û pevçûnên ku ji wateya xwe derketine berdewam dikin. Herdu alî jî di çareserkirina leşkerî de ji hev dûr bûn. Dem dem ev şans bi dest xistibin jî, lê di karanînê de ev pêk nehat.”
Pîştî 28 salan ruhê 15’ê Tebaxê
Beriya 28 salan gerîlayên Kurdistanê bi komeke piçûk li Şemzînan û Dihê çalakiyek dan destpêkirin. Piştî 28 salan em gav bi gav ber bi 15’ê Tebaxeke din ve diçin. Pêngava Şoreşgerî ya ku di 23’yê tîrmehê de hat destpêkirin, Şemzînan bi tevahî ji hêla gerîlayan ve hate dorpêçkirin. Ev ruh û baweriyek e. Careke din gerîlayên Kurdistanê bi ruhê 15’ê Tebaxê li Şemzînanê dîrok nivîsî. Xeta Botan û Behdînanê dîrokê dinivîse.
21 roj in kontrola navçeya Şemzînanê di destê gerîlayên HPG’ê de ye. Artêşa Tirk li qereqolan hatiye hepskirin û nikarin ji qereqolan derkevin. Rayedarên dewleta Tirk jî îtîraf kirin nikarin bejahiyê bikevin herêmên di destê gerîlayan û tenê bi balafirên şer û helîkopteran dikavin bikevin herêmên di destê gerîlayan. Piştî operasyona gerîlayên HPG’ê ya şoreşgerî li Çelê operasyona şoreşgerî hat lidarxistin. Gerîlayên HPG’ê li hember 19 noqteyên Artêşa Tirk operasyon pêk anî û sedî zêdetir leşker hatin kuştin. Kontrola her du navçeyan jî bi rojane di destê HPG’iyan de ye. Gerîlayên HPG’e diyar kirin ku êdî ew dê operasyonan pêk bînin, herêmên ku bikevin destê wan terk nakin. Her wiha gerîlayan taktîkek nû dan destpê kirin. Hikûmeta AKP’ê bi rojan rastiya operasyonên şoreşgerî veşart, an jî berovajî da. Lê çiqas jî ji raya giştî veşêrîn hemû kes dizane ku Şemzînan û Çelê di kontrola HPG’iyan de ne.
Dewleta Tirk bi faşîzma ku li ser Kurdistanê û bi taybetî li herêma Botanê li ser gel dide meşandin, dixwaze gel bitirsîne û dîsa wî mehkûmê tunebûnê bike. Li hemberî vê jî hemleyeke şoreşgerî hatiye destpêkirin û ev berdewam e. Divê her kes vênê baş zanibe. Hemleya 15’ê Tebaxê ya ku zû hat destpêkirin, wê bi vî şêwazî berdewam bike. Ji bo gerîlayên Kurdistanê her roj 15’ê Tebaxê ye.
MURAT SEKMEN