Bi pêşengiya Simko Serhildan berxwedana Qendîlê, ne tenê li dijî pasdarên dagirkeriya Îranê bû, di heman demê de berxwedana Qendîlê li dijî plangerî û êrîşên sala 2011´an ên li ser tevgera Apoyî bû.
Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Simko Serhildan di salvegera 8’an a şehadeta xwe de li çiyayên Kurdistanê bi merasîmekê hate bîranîn.
Ji fermandarên YRK’ê Şoreş Alan, Şêro Demhat, Adar Gever, Aryen Arî, Azad Maku û bi dehan gerîlayên YRK’ê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de fermandarê YRK Şoreş Alan xîtabê gerîlayan kir û tevî fermandar Simko Serhildan tevahî gerîlayên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, bibîr anî.
Fermandar Simko şoreşger û neteweyî bû
Şoreş Alan behsa kesayeta Simko Serhildan kir û got: “Heval Simko di temenekî biçûk de bi hestên welatparêzî, şoreşgerî beşdarî nava refên tekoşîna azadiya Kurdistanê bû. Bi têgihiştina xebatên tevgera Apoyî di demeke nêz de bû fermandarekî pêşeng ê azadiya Kurdistanê. Şoreşê li ku derê pêdivî dît heval Simko li wê derê kar kir, xebatên azadî û şoreşgerî bi rê ve bir. Wek kesayeteke neteweyî li her cihên Kurdistanê, li Qendîl, Bradost, Dersîm, Behra Reş têkoşiya û bû efsane ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê.”
Rola fermandar Simko di berxwedana Qendîlê de
Şoreş Alan di bal kişand ser şerê Qendilê û got, “Di pêşengtiya fermandar Simko de, şerê Qendîlê li dijî dagirkeriyê bi serket.Berxwedana Qendîlê, ne tenê li dijî pasdarên dagirkeriya Îranê bû, di heman demê de berxwedana Qendîlê li dijî plangerî û êrîşên sala 2011´an ên li ser tevgera Apoyî bû. Sala 2011 li Rojhilata Navîn bihara gelan destpêkiribû. Ji bo ku li Kurdistanê bihara Apoyî çênebe êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê zêde bibû. Li ser tevahiya Kurdistanê êrîşek topyekun çêbibû.”
Ciwan li ser şopa Simko dikevin nava refan
Endamê fermandariya YRK Şoreş Alan got, bi sedan ciwanên Kurdistanê li ser şopa Ş. Simko Serhildan meşiyan û tevlî nava refên gerîla bûn. Ji bo şerê azadiyê bi ser bikeve divê artêş hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo li dijî dagirkerî, faşîzm û koletiyê em bi ser bikevin pêwîste ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê bi ruh û hestên Simkoyan beşdarî nava refên gerîla bibin.”
ANF/ŞAHO