Li bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Cizîrê, Navenda Çand û Huner a Waşu Kanî ji bo zarokên temenên wan 5 ta 15 salî perwerdeya folklorê, şano û muzîkê dide. Zarokên ku li navende perwerde dibin sala 2014'an hejmara wan 60 bû, niha hejmara wan  90 e. 

Zarokên ku li navendê perwerde dibin di nava Koma Şehît Mizgîn ya folklorê, Koma Şano ya Şehîd Yekta, Koma Mûzikê ya Şehîd Şînda û Koma Helbestan ya Şehîd Vîyan de cîh digirin. 


Elaqeya zarokan zêde dibe

Mamosta  Armanc Elî ku li navendê perwerdeyê dide zarokan, derbarê xebatên perwerdeyê de wiha axivî: "Elaqeya zarokan ya hemberî çand û hunerê bi pêş ketiye û her diçe hejmara zarokên perwerdeya çand û hunerê dibînin zede dibe."

Armanc Elî bang li malbatan kir ku zarokên xwe tevlî xebatên çand û hunerê bikin û diyar kir ku çand û huner ji bo pêşketina zarokan gelekî girîng e. 


'Ez ji çand û hunere hez dikim'

Lorîn Şewket ya 9 salî ku di koma mûzîkê de cîh digre diyar kir ku xebatên mûzîkê ji bo pêşketina wê pir baş bûne û bang dike ku hemû zarok di xebatên çand û hunerê de cîh bigirin. Bilind Mihemed ê 8 salî jî axivî û got: "Ez gelek hez ji xebatên çand û hunerê dikim. Ji ber vê jî ez tevlî hemû xebatan dibim."


 DÎDEM ELÎ/JINHA/SERÊKANIYÊ