Dêra ku dîroka wê baş nayê zanîn û li ser Kolana Dêrê hatiye avakirin, xwedî mîmarî û fîgurên taybet e. Dêra Surp Kevork a Ermeniyan demek dirêj ji aliyê Midûriyeta Çandiniyê ya Mêrdînê ve wekî depoya îlacên çandiniyê hate bikar anîn û tev hilweşiya. Ji ber ku restorasyona wê hate xerakirin
Şaredariya Qoserê di 2004'an de mihrîcan pêk anî û Nivîskar Ragip Zarakolu ku rewşa dêrê ferq kir, xwest der barê vê yekê de xebat bê meşandin. Li ser hişyariyê bertekên li dijî rewşa dêre ya depoyê zêde bûn. Lêxwedîderketina dêrê, bû sedema ku ji depoyê rizgar bibe. Li gel di sala 2004'an de hate gotin ku dê Dêra Surp Kevork a Ermeniyan bê parastin û biryara parastinê hate dayîn, hêj nehatiye restorekirin. Dêra ku ji aliyê rayedarên dewletê ve nehat parastin di sala 2007'an de dewrî Vakfa Katolîk a Ermeniyan hate kirin. Lê Vakif jî ji ber ku alîkariya pereyan nayê kirin nikare restore bike. Dêra ku demek dirêj e wekî depoya îlancan hate bikaranîn, hêj mirov ji ber bêhna îlacan nikare lê raweste. Notirvanê Dêra Surp Kevork Adil Ok anî ziman ku kes li dêrê xwedî dernakeve û xwest ev warê dîrokî û baweriyê bi lezgîn bê parastin.
DÎHA/MÊRDÎN