Gotina ‘Yan tu ya minî yan ya axa sarî’ hezarê salane di guhê jinan de zinginginyê dike. Ji her jinekê re ev gotin aşinaye. Gelek caran dibe bi deng jinan ev gotin nebihîstine lê bi çav û awiran jî gefa vê gotinê hertim li ser xwe his kirine. Gelek tişt bûne sedem li hember vê gotinê bêdeng bimîne. Ev gotin heta wer hatiye xemilandin ku carnan ji jinan re xweş hatiye, di stran û helbestan de bûye gotina herî xweş mixabin. Bi salan bêxeber ji naveroka vê gotinê jin di navbera peyva reş û spî de tiştên nebûyî dîtiye. Gelek êş bi vê gotinê destpê kir û hertim wateya wê ya heqîqî nehat û nehatiye famkirin jî. 

Di bin vê gotinê de mulkiyetparêziya hişk a mêrê desthilatdar veşartiye bêguman. Mêr bi vê gotinê hestê xwe yê tolhildan û xesîstiyê wer bi  hostane veşart ku dema lêda, kuşt û binax kir, rastiya tal a vê gotinê rûyê xwe nîşan da. Gelek bûyerên tund û tujiya li hember jinan hertim wateya rastîn a vê gotinê dixe bîra mirov. Ger mirov tiştekê ya xwe bibîne, xwedî jê derbikeve û mezin û bilind bike, rewşek normal û hestên xwedî derketinê hertim hesteke xweş bûye ji bo mirovan. Lê xwedîderketina ku mulkiyetek çor û çavkorî bixwe re bîne, gelek encamên neyênî jî bêguman bixwe re tîne. Xwedîderketin di rewşa ku kes yan jî civaka tu xwedî jê derdikevî, te bixwezayî bipejirîne û te wek diyardeyek zor û desthilatdariyê bi ser xwe de nebîne. Ruhê mirovan di her xwedîderketinê de ger xwe azad his neke û bêhna wê biçike, diyare ew mulkiyetek bê qeyd û şerte. 

Şêwazê kuştina jinan yan jî yek ji şêwazê herî hovane ya reşandina kezab yan jî  esîdê li ser rûyê jinan, beriya her tiştî vê pirsê tîne hişê mirov; Ev tola çiye yan jî çima şêwazek wisa. Dema tu çiqasî tiştekî tenê ayidî xwe bibînî, ewqas tu wê tiştê biçûk û kêm û tecrîd dikî. Lê balkêşe çima hertim di zarokatiyê de me xwestiye ya herî baş û xweş ya me be. Yan jî gelo me çiqas xwestiye ya herî baş ya kesên li kêleka me be? Wateya rastîn ya hezkirinê jixwe ewe ku tu tişta herî baş, qenc û rind ji kes yan jî civaka tu jê hez dikî re bixwazî yan jî hêvî bikî. Diyar dibe ku hezkirina rast me mirovan ji mêjve di bin hestên mulkiyetparêzî, hesûdî û tolrakirinê de veşartiye. Tiştek wisane ku tu bi finda tefandî di tarîtiyê de li tiştekê bigerî. Yan jî tu kor bî û findek pêketî di destê te de û tu li pey tiştek wenda bigerî. Di her du rewşan de jî tu korî û li pey serabekî. Wer xuyaye di wê korahiyê de me gelek pîvanên jiyana rast wenda kiriye û em hema şaş çûne. Reşandina esîdê ku di van salên dawî de yek ji şêwazê tund û tujiya li ser jinane, hertim dihêle mirov carekedin yeqîn be ku di hestên xwedîderketin, hezkirin û evîna heyî de gelek jirêderketin çêbûne. Yan jî asta hestên tolstendina pergala heyî li hember jinan bi eşkereyî nîşanî mirov dide. Li gelek welatên Rojhilata Navîn û bi taybet li Îranê ev şêwaz bûye behaneya amade di destê kesên ku jin wan guhdar neke û li gor wan neçe. Hişmendî eve; yan tuyê bibe ya min yan jî ezê te di çarşeva reş de veşêrim ku tu kes guman nebe tu mirovî. Yan tuyê bibî ya min yan ezê nehêlim rûyê te bikene. Ger tu xweşik bî tuyê ji bo min xweşik bî, ji bo yên derveyî min qedexeye xweşikiya te bibînin û gelek gotin û bûyerên tirajedîk û komîk! 

Û em jî bêjin tu çi jî bikî, dîsa ez ya xwe me, rûyê min êdî şewitî jî be herî kêm ez dîsa bedewa ruhê xwe me, ne ya ruhê te yê kirêt. Kezaba rûyê jinekê dişewitîne dermana birînên pergala heyî ye, toleke hezar saliye ku ji jinan werdigire lê dîsa jî gelek jinan guh nedane wan hestên harbûyî.