Hate îdiakirin ku PKK'iyên jiyana xwe ji dest dan kîlometreyekê nêzî Qereqola Cendermeyan a Bawerdê ne û ligel vê yekê bi salan nehatin definkirin. Li gorî agahiyên gundiyan dan piştî di sala 2000'an ketina gund hinek serbest bû hestî ji aliyê gundiyan hestî hatin dîtin. Gundiyê ku nexwest navê xwe bêje diyar kir ku ji ber cihê bûyerê nêzî qereqolê bû wan newêran hestiyan li ciheke guncav veşêrin û wiha got: "Ji ber ku di wê demê de gund hatibûn valakirin dîroka bûyerê tam nayê bira min. Lê di wê demê de hinek kes bi veşarî dihatin gund. Me ji wan bihistî ku 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan e. Dema ku em di sala 2000'an de hatin gund wekî wan gotin li ber rêyê hestî hebûn. Me gelek caran hewilda ku em wan hestiyan li ciheke guncav defîn bikin. Lê ji ber cihê bûyerê nêzî qereqolê bû me newêra. Piştî me hatin gund jî demekê hestî li wir man. Piştre me ji ajokarê kepçeyê yê riya gundê me çêdikir re got hinek axê bavêje ser hestiyan."

Cihê hestî lê hatin veşartin li cem riya nêzî Goristana Gundê Pêçarê ye. Li gorî agahiyan nasnameya 2 endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dan wisa ye: "Bi navê kod Heqî, ji navçeya Dihê ya Sêrtê, bi navê kod Doktor Mîran, ji navçeya Hezo ya Amedê ye û paşnavê wî Dolan e."

DÎHA/AMED