
Derhênerê Şanoya ‘Şevşevok’ Hunermend Hawrê jî di dema çalakiya doh de got ku wekî hunermendan wan xwest piştgiriyê bidin daxwazên mamosteyan û bi rêya hunera xwe li gel mamosteyan in.
Derhêner Hawrê têkildarî şanoya çalakiya mamosteyan wiha peyivî: “Şanoya ku îro me pêşkêş kir bi navê Şanoya ‘Şevşevok’ behsa neheqiya Hikûmetê ya li gel dike. Hemû petrol û pereyên vî miletî ji xwe re dibin û bi hezaran welatî bi zorê debara xwe dikin.”
Hêjayî gotinê ye ku daxwaza mamosteyan ew e ku mûçe di dema xwe de were dayîn û pergala nîv-mûçeyî jî were rakirin.
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ