
Hunermendê ciwan Xalit Tarî bi albuma xwe yê ewil “Sar” re derket pêşberî muzîkhezên Kurdî. Albuma “Sar” di rêwitiya muzikê de şêwaz û dengekî taybet e.
Hunermend Tarî ji feyza ku ji bavê xwe yê Dengbêj Mihemed digire û bi hişmendiya xwe ya kurdewar dest bi xebatên muzîkê dike. Tarî da zanîn ku wekî her welatparêzekî Kurd wî jî li hemberî polîtîkayên pişaftinê yê dewleta Tirk xwestiye di warê hunerî de têkoşînek bide.
Ji bo nifşên nû
Hunermend Tarî derbarê xebatên xwe de ev tişt anî ziman: “Ez ji dengbêjiya bavê xwe bi bandor bûm. Ligel ku bavê min naxwaze bi nasnameya xwe ya dengbêjiyê bê nazîn jî. Dîsa bandora Apê min ê ku li Ewropayê dijî û ji bo min albumên hunermendên Kurd ên ku ji min re dişand li ser min çêbû. Li aliyê din rewşa gelê me ku li hemberî polîtîkayên dewletê têdikoşe min ber bi xebateke vî rengî ve dehf da. Min jî xwest bi zimanekî zelal ê gelê xwe di warê muzîkê de ji bo nifşên nû vê xebatê bikim û ragihînim.”
Xebatên hunermend
Tarî destnîşan kir ku wî ji salên 2003’yan heta salên 2009’an bi awayekî amatorî bi muzîkê re eleqedar bûye û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Min bi salan bi awayekî amatorî xebatên muzîkê kir. Bi salan xebatên min çêbû. Herî dawî jî di encama xebateke dirêj de di serê Sibata 2016’an de albuma min ya bi navê Sar ji şîrketa muzîkê ya Ahankê derket.”
Şêwazekî nû
Piranî gotinên stranan albuma “Sar” eydî Hunermend Tarî ye. Tarî bi xwe dinivîse, distire û li gîtar û tembrûrê jî dixe .Tarî got ku niha ew di muzîka stranê xwe de bi giranî gîtarê bi kartîne û şêwazê muzîka xwe jî wekî şêwazekî nûjen bi nav kir.
Xalit Tarî bi vê albuma xwe ya ‘Sar’ gava yekemîne ku di muzîka Kurdî de diavêje. Ev xebata hunermend bi şêwazê xwe di muzîka Kurdî de geşedaneke xweser e. Stranên hunermend yên wekî; Gewrê, Xorto, Li Hemana, Berxik , Zalim û Stêra jî her yek bi çîrokeke xwe ya taybet heye.
Hunermend Tarî dazanîn ku niha jî xebatên wî yên ji bo albuma duyemîn jî hene.
Hunermend Xalit Tarî kî ye?
Hunermend Xalit Tarî di sala 1981’an de li gundê Girmelêvê yê Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Gundê wan li bakurê Qoserê dikeve û gundekî çiya ye. Zarokatiya hunermend Tarî li gund derbas dibe. Li gundê ku jê ji dayik dibe gelekî hez dike û bi xwezayê ve jî gelekî girêdayî ye. Tarî heta salên 1993-94’an li gundê Girmelêvê dijî. Malbata Tarî jî wekî bi hezaran malbatên welatparêz rastî zextên dewletê tê û jiber zextên dewletê koçî Stenbolê dikin û di salên 2000’î de carek din vedigere Qoserê. Hunermend Tarî dibêje; ‘Ez ji xwezaya Kurdistanê gelekî hez dikim’ û wekî her Kurdekî jiyanek mutewazî dijî.
ZEYNEL BULUT / AMED