
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên sê şervanên YPG’ê bi merasîmekê ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve hat oxirkirin.
Welatiyên bajarê Hesekê 3 cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên bi navên Xidir El-Salih (Zinar Kobanê), Qahir El-Siûd (Ebû Heneş) û Ilyas El-Ehmed (Mezlûm Hesekê) ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana, Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve bi rê ketin.
Karwan ji dehan maşînan pêk dihat. Piştî ku girseya gel gihîşt Goristana Şehîd Dijwar, li vir merasîm bi rêûresmeke eskerî û deqeyeke rêzgirtinê ji aliyê şervanên YPG’ê, YPJ’ê û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamê meclîsê Mihemed Dawî axivî û diyar kir ku hemû destketiyên li Bakurê Sûriyeyê hatine bi destxistin û herêm ji terorê hatiye paqijkirin bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye.
Di merasîmê de her wiha li ser navê QSD´ê endamê fermandariyê, Birûsk Hesekê axivî û got: “Hemû welatparêz fedekariya lehengên li ser rêya azadî û rûmeta gelê Sûriyê gelekî buha dinirxînin û bi saya van şehîdan azadî û demokrasî li Sûriyeyê pêk tê.”
Piştre belgeyên şehadeta hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên hersê şehîdan li gel tilîliyên dayîkan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.
ANHA / HESEKÊ