PERVÎN YERLÎKAYA / KOLN

Dewleta Elman bi biryara wezîrê karê hundir Horst Seehofer 12´ê Sibatê, du saziyên çand û huner ên Kurd Mîr Muzîkl û Weşanên Mezopotamyayê qedexekirin. Heman rojê polîsan bi ser avahiya saziyan de girt û deriyê wan mohr kir. Ev qedexeya ku bi qedexekirina PKK´ê ya 1993´yan hat rewa kirin, weke gaveke Elmanyayê ya beriya Konferansa Munîxê ya Ewlekariyê ji bo ku xwe bi Tirkiyeyê çêke hatibû nirxandin.

Hunermendên Kurd ji vê êriş û zilma li Kurdên li Elmanyayê, nexasim jî li dijî saziyên wan ên çand, huner û çapemeniyê nerazîbûn nîşan da. Hunermend Cewad Merwanî û Hozan Kawa, ev êriş weke hovane bi nav kirin û got, di encama têkiliyên aborî yên dewleta Elman bi dewleta Tirk re, ev êriş hatine kirin, lê Kurd û hunermendên wan wê bi avakirina saziyên xurttir bersivê bidin.

Em ê karê xwe mezin bikin

Hunermend Cewad Merwanî bi bîr xist ku di nava mohleteke kêmî salekê de polîsên Elman du caran bi ser herdu saziyan de girtiye û di dawiyê de jî qedexe kiriye. Cewad Merwanî nerazîbna xwe wiha îfade kir: “Ev êriş ne hiqûqî, lê siyasî ye. Sedem têkiliyên wan ên bi Tirkan re ne. Ka em ê binihêrin êdî ka çi bazar tê de ye. Ka encama vê çi ye, mehek diduyên din em ê bibînin.

Mitefîkên hev in, dixwazin saziyên Kurdan bifetisînin. Û saziyên me humanîst in, saziyên huner in. Saziyên ronahîkirina paşeroja mirovan in. Pirtûk û CD´yên me li ser vî esasî ne. Tiştekî ku em xelkê bera hev bidin û mirovan bikin neyarên hev nîne. Em çand, muzîk û stranên Kurdî, erf û adetên Kurdî diparêzin, lê nikarin xwe li vê jî ragirin.

Em vê êrişê û vê helwestê qet qebûl nakin. Wan ev der girt, lê tiştekî hiqûqî nîne, bi temamî siyasî ye. Em vê qebûl nakin. Wan ev girtiye, em ê deh cihên din vekin. Par jî beriya 9 - 10 mehan dîsa wiha kir, lê nihêrîn ku em ji berê baştir karê xwe dikin, lewma dîsa êriş anîn ser me. Em ê karê xwe xurttir û mezintir bikin.”  

 

 

Nabe ku em bêdeng bin

Hozan Kawa jî nerazîbûna xwe ji girtina herdu saziyan îfade kir û got, yekane sûcê wan ew e ku doza mafê xwe dikin. Hozan Kawa nerazîbûna xwe bi van gotinan diyar kir: “Kurd aştîxwaz û azadîxwaz in. Hemû sazî û dezgehên me xizmeta vê fikr û ramanê dikin ku mafê hemû gelan diparêzin. Saziyên me yên çandî, hunerî ku mafê mirovan û demokrasiyê diparêzin, di bin êrişên mezin de ne, tên talankirn û wêrankirin.

Sûcê me çi ye? Em mafê xwe, mafê gelê xwe, azadiya Rêberê xwe dixwazin. Lê em dikin û nakin, em ji êrişan xilas nabin.

Nabe ku hunermend û rewşenbîr bê deng bimînin; rol û mîsyona me çi be, divê em pê rabin. Heta em sax in em ê mafê xwe bixwazin, têkoşîna demokrasiyê dewam bikin, heta ku em serbixwe û azad bibin.”